Li gelek welatên cîhanê bi hin hincetan pirtûk tên qedexekirin û saziyên dewletê nahêlin ku xelk xwe bigihînin wan pirtûkan. Ji lewma jî heta ji wan tê, van pirtûkan dûrî xelkê digirin. Ev pirtûkên ku tên sansurkirin, nexasim derbarê zayendî, cudahiya nijadî û fikrên li ser azadiya insanan in. Ji lewma jî heta ji saziyên fermî yên dewletê tê, van pirtûkan dûrî xelkê digirin û nahêlin werin xwendin. Tevî ku li gelek welatan tiştên wiha diqewimin, li Emerîka ev rewş zêdetir diqewime. Lê belê Pirtûkxaneya Gel a Brooklynê li ber vê hişmendiyê radibe û beramberî çalakiyên civakî yên li Emerîkayê xwe bêdeng nake.
Li gelek welatan pirtûkxaneyên ku weke yên gel tên binavkirin, tenê li gorî rêgez û qanûnên dewletê tevdigerin û bi vî awayî rê li ber xwendin û bipêşketina ciwanan digirin. Di van demên dawiyê de tevî ku teknolojî bi pêş ketiye û her kes dikare xwe bigihîne her agahiyê jî, dîsa jî hin pirtûkên ku ji bo civakê weke “tehlûke” tên dîtin hatine sansurkirin. Lê pirtûkxaneyên wêrek yên weke Pirtûkxaneya Gel a Brooklynê vê helwêstê qebûl nakin û weke pirtûkxaneyeke gel ya serbixwe tevdigerin. Di nav pirtûkên ku bi ciwanan dide xwendin de romana Harper Lee ya “To Kill a Mockingbird” (Kuştina Bilbilekî) , romana Toni Morison a “The Bluest Eye” (Çavê herî şîn) û her wiha romana “The Color Purple” (Rengê Mor) ya Alice Walker jî hene.