Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe

January 24, 2022
0 0
Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji qada çand, huner û medyayê 217 kesî piştgirî dan hunermend Sezen Aksû ku rayedarên desthilatdariyê gefê lê dixwin. 
 
Hunermend Sezen Aksû ji ber strana xwe ya bi navê “Şahane bir şey yaşamak (Jiyan tiştek ecêb xweş e)” piştî 5 salan bû hedef û Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, gefan li Sezen Aksû xwaribûn. Erdogan ji bo Aksû gotibû, “Em ê zimanê wê jê bikin.” 
 
Sezen Aksû jî bi helbesta “Avci (Nêçirvan)” bersiv da gefên desthilatdariyê û alîgirên wê. Ev helbest jî di demeke kurt de kurdî jî di nav de bi dehan zimanan hat wergerandin.
 
Hunermend, rewşenbîr û nivîskar Latîfe Tekîn, Nûr Surer, Pinar Aydinlar, Elîf Şafak, Ece Temelkûran, Bîrhan Keskîn û Sema Kaygûsûz jî di nav de 217 kesî bi metneke hevpar piştgirî dan Sezen Aksû.
 
PIŞTEVANÎ MEZIN DIBE 
 
Piştevanan gotin: “Em hunermend, ji bo parastina zimanên li ser vê xakê em têkoşiyan û ji niha û pê ve jî em ê bi heman biryardariyê têbikoşin. Sezen Aksû jî wê ti carî bi tenê nemeşe û ji me wê yek jî kêm nebe.”
 
Di metna piştevaniyê de wiha hat gotin: “Em bi nerazîbûneke mezin li gotinên Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan temaşe dikin, ku Sezen Aksû kir hedef û azadiya fikrî binpê dike. Sezen Aksû 47 sal in dinivîsîne, distirê û bi dehan stran li danheviya çandî ya vê xakê zêde kiriye. Lewma em li dijî van êrişên li dijî Sezen Aksû ne. Em welatekî welê naxwazin ku azadiya fikrî ya Aksû lê tê astengkirin û gefa ‘jêkirina ziman’ lê tê xwarin. Em bi hev re radigihînin ku li dijî vê êrişê bi hev re ne û piştevaniya hev dikin.
 
Zimanê ku tê xwestin ‘bê jêkirin’ zimanê ji gelên qedîm ên Anatoliyê ye. Zimanê Pîr Sûltan, Yûnûs Emre, Karacaoglan, Koroglû, Aşik Veysel, Sînem Baci, bi kurtasî zimanê xemgînî, kêfxweşiya me ye ku bi hezaran salan me temsîl dike.”

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin

Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist