Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Piştgirî ji bo rizgariyê şert e

March 20, 2021
0 0
Piştgirî ji bo rizgariyê şert e
Share on FacebookShare on Twitter

Sekreterê Desteya Rêveber a Komeleya Nivîskarên Îranê, nivîskar û wergêr Araş Gancî kitêba berhevoka meqaleyan a bi navê “Kilîteke piçûk dikare deriyekî mezin veke: Şoreşa Roava” wergerandibû Farisî. Wî ev werger 2017´an kiribû û sala 2019´an jî ji ber wê hatibû girtin. Gancî li hepsa Evîn a Tehranê dihat ragirtin. 19´ê Çileyê 2020´an di ber kefaleta 450 milyon tumenî de hatibû berdan. 14´ê Hezîrana 2020´an rûniştina yekê ya Gancî bû û dadger ew ji nû ve da girtin. 20´ê Hezîranê di berdêla 3 milyar tumen kefaletê de hat berdan. 29´ê Kanûna 2020´an dadgeha qaşo ya şoreşê ya Îranê bi destê şaxê xwe yê 28´an 11 sal cezayê hepsê li Araş Gancî birrî. Rejîmê Araş Gancî bi “komploya li dijî Ewlehiiya Neteweyî”, “kirina propagandayê”, “endametiya rêxistina neqanûnî û hevkariya bi rêxistina terorîst re” guneh bar kir. 

Komeleya Nivîskarên Îranê li ser mijarê daxuyanî da û got, ji bo tevahiya gunehbariyan yek delîl hatiye nîşandan û ew jî, wergerandina ji Ingilîzî ber bi Farisî ve ya kitêba “Kilîteke piçûk dikare deriyekî mezin veke: Şoreşa Roava” ye.

Rêveberê ragihandinê yê Navenda Mafê Mirovan a Îranê (CHRI), Jasmin Ramsey jî bi bîr xist ku rayedarên Îranî ji sala 1979´an ve rexneyên aştiyane dadgeh dikin û got, “Wan dîsa tiştek bir serî; wan tirsên xwe yên bêqîmet careke din derxistin holê”. Ramsey xwest mehkûmkirina Araş Gancî tavilê bê betalkirin û azadiya xweîfadekirinê jî bi qanûnê bê parastin.
 
Min tenê kitêb wergerand

Çavkanî: #PolîtîkAzad

Next Post
Dûyemîn Festîvala Ebabeylî tê lidarxistin

Dûyemîn Festîvala Ebabeylî tê lidarxistin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist