Hevserokê Botan-DER’ê Metîn Kiliçaslan bal bire ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî Kurdî û ji bo xwedîderketina li Kurdî bang li xelkê kir.
Kiliçaslan bi bîr xist ku qeyûm tabelayên bi Kurdî yên li bajêr rakirine û navê park û kolanên bi navê rewşenbîr û nivîskarên Kurd guherandine: “Ji xeynî vê, mudaxileyî stranên li dawetan jî dikin. Stranên Tirkî tên ferzkirin. Mesela ji dêvla ‘ax Kurdistan’, dibêjin ‘ax Gulistan’. Ev bi tena serê xwe înkarkirin e. Em bang li xelkê bajêr dikin; dawetên xwe bi reng û dengê xwe bikin. Li Sêrtê hem çanda Botanê hem jî ya Xerzanê heye. Yanî cihekî pirçandî ye. Em bi vê ferasetê nêz bibin. Em li ber ti çewisandinê bi paş ve gavê neavêjin.”