Pê re jî Zehra Dogan behsa serpêhatiya xwe ya li hepsê dike: “Ev dîwarên mişt in ji serpêhatiyan”… Ev serpêhatî jî yên, piçûkxistin, eşkence, nexweşî, bêparkirina ji tiştan û berxwedanê ne.
Zehra Dogan di kitêbê de bi bîr dixe ka çawa pêvajoya aştiyê hat birrîn, çawa êrişî civîn û çalakiyên HDP´ê hat kirin, çawa av û elektrîk ji ser gundan û taxan hat qutkirin…. Û êrişên li dijî rêveberiyên xweser. Ew şahidiyên xwe yên li Nisêbînê jî dinivîse. Heqaretên bi nivîsên li ser dîwaran li xelkê hatî kirin, kuştin, zilm û eziyeta dagirkeriyê. Ew bi bîr dixe, çawa li Amedê, li Sûrê mizgeft jî hatine xirakirin, bi destê hêzên eskerî yên dagirkeriya dewleta Tirk.
Zehra Dogan bi propagandaya ji bo rêxistinê hatibû tewanbarkirin û delîl jî çend wêneyên wê xêzkirî bûn. Axir wê “Prison n°5” ji bo behsa serpêhatiya xwe jî bike, bi kar aniye. Ew behsa girtiyên nexweş dike, yên ne tên berdan û ne jî tên dermankirin. Ew behsa wê yekê dike ku di qawîşa wê de 22 cih hebûn lê 33 girtî. Û hîna gelek tadeyên din ên bi qest ên rêveberiya hepsa dewleta Tirk li Diyarbekirê di kitêbê de cihê xwe digirin.
PARÎS