Sala 1955’an di Radyoya Ermenistanê ya Dewletê de beşê Kurdi jî vedibe. Wî çaxî, nivîsakar û lêkolîner Casimê Celîl berpirsyarê beşê Kurdî ye. Casimê Celîl ji bo karibe dengê Kurdî li radyoyê bilind bike, gund bi gund dikeve pey sazbend û dengbêjan da ku wan li hev kom bike û bi wan stranan bide gotin. Bi vî awayî wî gelek deng û stran qeyd kirin li Radyoya Erîvanê. Egîdê Cimo jî yek ji wan sazbendan e ku hingê li Radyoya Erîvanê dixebite û ji dengbêjan re li mey û bilûrê dixe. Navên çend dengbêjên ku Egîdê Cimo ji wan re li mey û bilûrê xistiye ev in; Şeroyê Biro, Kerapetê Xaço, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Mihemedê Mûsa, Sûsika Simo, Zadîna Şekir û Eslîka Qadir. Li gor ku Egîdê Cimo di belgefilman de tîne ziman, wî 37 salan li ser hev li Radyoya Erîvanê sazbendiya Kurdî kiriye.
Egîdê Cimo tevî sazbendiya xwe gelek helbest û metnên helbestkarên Kurd jî bi sazbendiya xwe sêwirandiye û kiriye berhemên bêhempa. Fêrîkê Ûsiv û Mikaîlê Reşîd ji wan kesên bi siûd in ku Egîdê Cimo berhemên wan li arşîva Kurdî zêde kiriye û kiriye stran. Her wiha Egîdê Cimo salên dirêj bi şanoyê re jî mijûl bûye û xebatên wî yên li ser şanoyê jî hene. Ew di vî warî de jî dahênerekî baş e, ji lewma gotina wî ya, “Heger şano, orkestra û wêjeya civakekê hebe dewleta wan jî heye” di vî warî de balkêş e û qedr û qîmeta hunerê nîşanî me dide.
Gelek hunermendên Kurd di nav şert û mercên dijwar de wefat kirin û ji wan tiştek nema. Ji lewma arşîv û belgekirina hunerê Kurdî, ji bo civaka Kurd pirr girîng e û divê ev yek ti carî neyê paşguhkirin. Dema mirov bala xwe dide vê yekê Egîdê Cimo hinek bi siûd e, ji lewma dema ew li dinê bû, çend kesan bîr biribû ku pê re bipeyivin û li ser jiyana wî belgefilman çêkin. Belgefilma “Welatê Min Kurdistan e” ya Îbrahîm Yildirim, “Mîrê Bilûrê” ya Salihê Kevirbirî û her wiha filmê bi navê “Kurdistan Kurdistan” ê Bulent Gunduz ew belgefilm in ku Egîdê Cimo nemir kirine û dikin ku mirov dubare li gotinên Egîdê Cimo bihisîne bê ka wî çi dîtiye û serpêhatiyên wî çi ne. Ji lewma jî min xwest hinekî behsa van belgefilman bikim da ku xelk bîra arşîvê bibe û qîmeta berhemên bi vî awayî zanibe.