Tekîn Çifçi, di vê lêkolîna xwe ya meydanî de daye pey şopa bijîşkiya gelêrî, yanî ´hekîmtiya Kurmancî´. Gund bi gund li herêma Semsûrê geriyaye, bi hekîmên wir re hevdîtin kiriye; derbarê nexweşiyan, dermanan, gîhayan, rêbazên dermankirinê û bîrûbaweriyan de agahî berhev kirine, tomar kirine, dabeş kirine.”