Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Restorekirina Medreseya Sor bi dawî nabe!

November 12, 2021
0 0
Restorekirina Medreseya Sor bi dawî nabe!
Share on FacebookShare on Twitter

ŞIRNEX – Deriyê Medreseya Sor a dîrokî nêzî du salan e bi hinceta “restorekirinê” ji gel re girtî yê. 
 
Medreseya Sor a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku 3 hezar sal beriya niha di serdema mîrên Cizîra Botan de hatiye avakirin, sal û 11 meh in bi hinceta “restorekirinê” ji gel re girtî yê. Xebata restorekirina medresê ku gelek alim lê hatine gihandin, di 30’ê îlona 2019’an de ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Weqfan a girêdayî Wezareta Çand û Tûrîzmê ve bi 4 milyon û 42 hezar û 289 TL’yî hatibû destpêkirin û dîroka qedandinê wê weke 31’ê îlonê 2021’an hatibû diyarkirin. Lê rexmî ku di ser vê dîrokê re dem derbas bûye jî deriyê medresê hê jî nehatiye vekirin û xebatên restorekirinê lê bi dawî nebûne. Hat diyarkirin ku xebata restorekirinê ji bo 3 mehan hatiye dirêjkirin. 
 
DERIYÊN MEDRESEYÊ SALEK Û 11 MEHIN JI GEL RE GIRTIYE
 
Medreseya Sor a ku her sal ji derveyî welat ziyaretvanên wê hene, ev sal û 11 meh in kesên ku ji bo ziyaretê tên navçeyê, ji ber restoreyê bêyî ku medreseyê bibînin ji navçeyê vediqetin. Gelê Cizîrê ji dirêjkirina xebatên restorekirinê bi gazin in. Di nava gel de tê angaştkirin ku di bin navê nûkirinê de li hûndirê medresê de li zêran tê gerandin. Welatiyên ku malên wan li derdora medresê ne, diyar kirin ku bêriya niha serokê şaredariyê jî xwestiye ku medreseyê ziyaret bike, lê bi fermana Wezîrê Karên Hundir destûr nehatiye dayin ku ev ziyarete pêk bê. 
 
‘DI HÛNDIRÊ MEDRESÊ DE LI ZÊRAN DIGERIN’
 
Welatiyeke ku nexwest ku navê xwe bide ev agahî dan:” Di hundirê medresê de tûnelek hatiye kolandin. Ev tûnel di destpêka xebata restorekirina medresê de hatiye vedan. Ev 2 sal in çima ev xebate bi dawî nabe? Ji ber vê xelas nekirin.”
 
Em dema ku dixwazin ji derve wêne û dîmenên Medreseya Sor bikişînin, ji aliyê xebatkaran ve tên hîşyarkirin û ji me tê xwestin ku ji derdora Medresê dur bikevin. 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
48 sal in ‘bêdemokrasîbûna’ Tirkiyeyê xêz dike

48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist