Xaltîka Ramîna dibêje, “Neviyên min li Parîsê ji dayîk bûn. Min çilêya wan derxist.” Zarok û bûkên wê bi vê merasîmê zêde şa bûne. Sipasiya dayika xwe kirine ku vê rêûresmê zindî hiştiye û fêrî wan jî kiriye. Ramîna Alî Hewrî wiha behsa merasîmê dike; “Berê salname tinebûn. Her sibe dema ku em şiyar dibûn me girêk li dergûşê girê dida. Çil girêkan me li dergûşê dikir. Dema çil girêk temam bibûna merasîm dest pê dikir. Dayik li ser sêpayek rûdinişt û zarok hembez dikir. Jineke pîr û temen mezin dihat. Wê derzî, nan û pêlav li bêjikek dixist. Ava şîrogerm amade dikirin. Bêjikê li ser serê dayikê dadixistin. Jina pîr 40 tasik ava şîrogermî li ser wê bêjikê dikir û her car gotinek digot.”
Çil çile pisîkan e
Çil çile erd û ezman e