Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Rêvebirên kampanya kurdî li hev dicivin

September 19, 2021
0 0
Rêvebirên kampanya kurdî li hev dicivin
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan, diyar kir ku wê careke din bi partî û komeleyên ku ji bo zimanî kurdî bibe zimanê perwerdehiyê kampanya îmzeyan dabûn destpêkirin re bên gelhev. 

Komîsyona 21’ê Sibatê ku Tora Ziman û Çanda Kurdî, Platforma Zimanê Kurdî û gelek partiyên siyasî jî di nav de cih digirin, di 22’ê sibatê de bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê kampanya înzeyan dabû destpêkirin. Rêvebirên kampanyayê armanc dikin ku milyonek îmze kom bikin. Yek ji rêvebira kampanyayê Hevseroka Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Elmas Kan, diyar kir ku heta niha 200 hezar îmze kom kirine û banga mezinkirina kampanyayê kir.  
 
ARMANCA HEVPAR
 
Kan, destnîşan kir ku kampanya bi coşeke mezin dane destpêkirin didome û got ku kampanya ji bo kurdî gelek girîng e. Kan, bal kişand zext û êrişên ku di demên dawîn de li dijî kurdî pêk tên û ev tişt gotin: “Êrîşên nîjadperest ku li Konya û Enqerê pêk hatin xebatên me yên ziman sist kirin. Lê divê em li dijî êrişan hê bêtir li xebatên xwe xwedî derkevin. Divê em xebatên xwe yên ziman berfireh bikin û ji xwe re bikin armanc. Niha weke ku em dixwazin xebat dikin? Na. Me dixwest ji bo xebatên xwe yên ziman şahî li dar bixin, kampanya bidine destpêkirin û stanta vekin. Lê ev neyê wê wateyê ku em terka xebatên xwe bikin. Em ê xebatên xwe mezin bikin û bidomînin. Em ê hewl bidin xebatên xwe yên ziman bikin rojeva gelê kurd. Herkesê ku ji xwe re dibêje, ‘Ez kurdistanî me’ divê li xebatan xwedî derkeve. Heta ku em li zimanê xwe xwedî derkevin em li pey hev pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
 
ÎNKARA SEDSALÎ
 
Di berdewamê de Kan, da zanîn ku gotinan “yek ziman, yek al, yek netew” cudahiyên welat tune dihesibîne û bi lêv kir ku ji çapemeniyê heta saziyên dewletê zextên li ser kurdî bi van gotinan tên pêşxistin û wiha pêde çû: “Êrişên îro ji ber xwedîderketina li kurdî pêk tên. Bi salan e dibistanê dewletê û çapameniyê wê ji bo ku gelê kurd ji ziman û çanda xwe dûr bikeve bi feraseta netewperest xebatan dimeşînin. Êrîş nîşana ketine meriyetê ya nêrîna faşîst ku bi salan e tê hilberandinê ne. Ev derketina holê ya siyaseta înkarê ya sedsalî ye.”
 
ARMANC
 
Têkildarî xebatên li peşiya wan jî Kan, daxuyand ku wê bi komele, rêxistin û partiyên ku xebata ziman dikin re careke din bên gelhev û têkildarî mijarê ev agahî dan: “Em ê di rojên pêş de tekildarî xebatên îmzeyan bi partiyên siyasî yên di komîsyonê de cih digirin re bên gelhev. Niha li gorî agahiyên li ber destê me nêzî 200 hezarî îmze hatine berhevkirin. Em ê di 21’ê Sibata bê de hedefa xwe milyonek îmze pêk bînin û parastina zimanê kurdî bikin. Em ê nêzikbûna dewletê ya ji bo kurdî careke din derbixin holê. Heke ziman bê jibîrkirin çand û nasname jî tê jibîrkirin. Ji bo vê divê herkes ji bo zimanê xwe xebat bike û rêxistibûna vê bike.”
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Serlêdanên akademiyên Ma Muzîkê dest pê kirin

Serlêdanên akademiyên Ma Muzîkê dest pê kirin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist