Nazli Çîçek diyar kir ku pîşeyê wê yê sereke “Şêwirmendiya Psîkolojîk” e û bawer dike ku huner meydanek e ku divê her kes pê re elaqedar bibe. Ew dibêje, huner ziman û awayê gotinê ye: “Çawa ku di wêjeyê de, helbest û nivîskarî heye, zimanê hunerên din jî heye. Peykersazî zimanekî din e, awayekî din ê gotinê ye. Bi têkilîdanîn, hîskirin û afirandina şêweyeke danûstandinê, hûn wî li kesê/a din vedigerînin. Bi rastî, mebesta wê tenê rêwîtiya ber bi xwe ve ye. Bi vî rengî elaqeya min a ji bo huner û peykersaziyê li vir dest pê kir. Ez difikirim, meydana hilberînê meydaneke pirr girîng e ku hûn xwe bidin nasîn û wateyê li jiyanê zêde bikin. Ji ber ku hilberîn awayê xweafirandinê ye. Gava ku hûn tiştekî hildiberînin, hûn xwe li wir dibînin. Her afirandin we dihewîne, ava dike. Bi xwezayî, hebûna di vê pêvajoyê de ji min re ew çend xweş e ku ez nikarim wê rave bikim. Ew dike ku ez xwe, wek xwe hîs bikim. Bi vî rengî ez xwe diafirînim.”
Ne baziganî ye