Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Ristek ji şînahiya ‘Welatê Min’

December 17, 2020
0 0
Ristek ji şînahiya ‘Welatê Min’
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên Kurd çawan di şoreşa Kurdistanê de cihê xwe girtibe, rengê xwe dabe û dengê xwe tevlî awaza şoreşê kiribe di warê wêjeyê de jî ristek girîng lîstiye. Her çiqas berhemên tên xwestin heta niha kêm mabe jî em dikarin deng û rengên wan di vê dîlana awazê de bibihîzin. Yek ji van jinan jî jina têkoşer Medya Yaklav e ku ji ber raman û têkoşîna xwe hatiye girtin û ji ber cezayê mûebetê ev 27 sal e girtî ye. Yekemîn pirtûka helbestan a Medya Yaklav di meha Tebaxê de ji aliyê Weşanxaneya Aram ve hate çapkirin. 

Nivîskar di pirtûka helbestan de ya bi navê ‘Welatê Min’ balê dikêşe li ser êşên gelê Kurd, hesret, hêvî û qîrîna azadiyê. Nîvîskar xwestiye di pirtûka xwe de bi hest û çavên ferdeke ji vî gelê ku welatê wê bûye çar parçe, lê tevî her tiştî li ber xwe dide û têdikoşe bê jiyan bi çi rengî dikare xwe di helbestê de bihûne bîne ziman. Di pirtûkê de 91 helbest hene û ev helbest di qonax û dîrokên cuda de, her wiha li girtîgehên bajarên cuda ên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye nivîsandiye.

MEDYA YAKLAV KÎ YE?

Nivîskar Medya Yaklav di sala 1971’an de li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê hatiye dinê. Nivîskar dibistana seretahî li navçeyê heta pola 5’an xwendiye. Di sala 1990’an de bi mirovê xwe yê bi navê Abdullah Yaklav re dizewice. Piştî demekê hevjînê wê Abdullah Yaklav bi hinceta der barê wî de gilî heye hate binçavkirin û di êşkenceyek hovan e re derbas dibe. Piştî Abdullah Yaklav tê berdan, êş, azar û êrîşên hovane yên dewletê yên li ser Gelê Kurd ji kûrahiya dilê xwe hîs dike û bi hevsera xwe Medya Yaklav re berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên PKK’ê dibin. Medya Yaklav di sala 1993’an de li Amedê tê binçavkirin û bi cezaya mûebetê tê girtin. Nivîskar 27 sal in girtî ye û niha di Girtîgeha Jinan a Sîncana Enqereyê de tê girtin. Ev pirtûk yekemîn pirtûka helbestan a nivîskar e. 

RISTIK

Di evîn û cengê de
Tu nefesek şîn î!
Di mirin û jiyanê de ez,
Kespikek jîn im!
Ez keça Al-lat im!
Tu neviyê Hoşeng î
A rast ew e ku em kulîlk in! 
Kulîlkên Rojhilatî û  bi ROJÊ mêjandin e. 
Ji rehên dilê xwe ristikekî rêz dikim.
Li ristikê niqit niqit bi xwîna xwe, 
Xelata min ev e ji te re 
der-vî vê tiştekî min tineye

Di berbangek çiyayên Licê
ber bi meskenê
an li Cizîra seydan
ku xwe noqî azadiyê kirine
vê ristikê dixime situyê te
ez xwe bijîn im! WELATÊ MIN

Next Post
‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin’

‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist