Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Rojên Fîlma Kurd li Hambûrgê destpêkir

October 29, 2021
0 0
Rojên Fîlma Kurd li Hambûrgê destpêkir
Share on FacebookShare on Twitter

Îsal 12’mîn Festîvala Fîlma Kurdî ya Hambûrgê bi fîlma bi navê Ezmûn ya bi derhêneriya sînemager Şewket Emîn Korkî yê Başûrê Kurdistanê ve dest pêkir.

Gelek derhêner û sînemahez di festîvala fîlm ya ku saet 18:00’an de destpêkir amade bûn.

Destpêkirina festîvalê bi mûzîkên Soprano ya Pervîn Çakar û hostayê navdar yê enstrûmanên bayê Etan Tekîn ve pêkhat. Festîvala ku bi dirûşmeya “Çar perçe, yek sînema” destpêkirî ji derhênerê Rojhilatê Kurdistanê Rehîm Zehîbî ku sala 2018’an jiyana xwe ji dest da û derhêner Heqar Ebdulqadir ku di mehên bihorî de li bajarê Duhokê ji ber şewba koronayê jiyana xwe ji dest da hat pêşkêşkirin.

Piştî guhdarkirina mûzîkê, endamê komîteya amadekar Yaser Irmak axaftina vekirinê kir û got: “Em bi vê festîvala ku me bi dirûşmeya ‘Çar perçe, yek sînema’ lidarxistî, danasîna xebatên nû yên derhênerên Kurdistanî ya bi gelê me re bingeh digirîn. Xebatên amadekariya vê festîvalê nêzî saleke ku didome. Tevî ku ji bo festîvalê 130 serlêdanên her yek ji yekê bi nirxtir ji me re hat kirin jî me bi bijartineke pir mezin ve emê  encax bikarin tenê 41 berhem ji wana bi sînemahezan re parve bikin. Dil dixwest ku em hemûyan nîşan bidin.”

Iramk di dawiya axaftina xwe de sipasiya hemû hevalên xwe yên ji bo festîvalê ked danî kir.

Piştre fîma bi navê Ezmûn ya Şewket Emîn Korkî hat nîşandan.

Fîlma Ezmûn xebateke ku balê dikişîne ser gendeliya di hindurê sîstema perwerdeya li Başûrê Krudistanê.

Piştî fîlm bi dawî bû Korkî pirsên beşdaran bersivand û got ku wî xwe spartiye serpêhatiyên rastî û fîlm çêkiriye.

Di çarçoveya xebatên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê wê du panel werin lidarxistin.

Ya yekem wê bi mijara “Çar perçe, yek sînema” îro saet 16:00’an li Şanoya Mût’ê were lidarxistin.

Wê Ferhan Stêrk moderatortiya bernameyê bike û mêhvanên bernameyê jî wê Şewket Emîn Korkî, Îbrahîm Şahidî, Haşim Aydemîr û Ekrem Heydo bin.

Ji bo panela bi navê “Bermayên dîrokî yên li Kurdistanê hatinî xirabkirin” wê Arkeolog Mesût Alp tevlê bibe. Axaftinvanên panela bi navê “Wendabûyîna nasnameya dîrokî û hawîrdorê ya li Kurdistanê” jî ji aliyê Veysî Atay û dîsa Mesût Alp ve were pêşkêşkirin.

Di çarçoveya xebatên festîvalê de wê 41 fîlm ji fîlmên zarokan û dokumenterên kurt nîşanî sînemahezan were dayin.

Next Post
Hunermendê bêwelat

Hunermendê bêwelat

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist