Ji perwerdekarên Ma Musicê, Evîn Tiryakî dibêje, bi boneya 4’emîn salvegera damezirandina Ma Musicê, ew ê çalakiyên “Rojên Muzîkê” li dar bixin: “Em ê zarokên vî bajarî bê muzîk nehêlin.” Ma Music, dê di navbera 23-25 Çile de û 30’ê Çile çend çalakiyan li dar bixe.
Evîn Tiryakî dibêje, “Wekî her sal, em ê îsal jî bi şagirtên xwe yên di kursên me de perwerde dibin, çalakiyeke muzîkê li dar bixin.
Ma Music dê çalakiyên îsal diyarî hosteyê bilûrê Egîdê Cimo bike û di çarçoveya çalakiyan de sertîfikayan bide kursiyeran.