Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê

February 27, 2021
0 0
Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Mizgîn Ronak bi romana “Nobedarê Gulên Kobanê” ku ji Weşanên Sîtav derketibû, bişirînekê datîne ser lêvan. Lê hîna ev bişirîn di dil de bi cih nebûye, bi dengê gurmîn û teqînan nîvco dimîne.

 
Romana Mizgîn Ronak a bi navê “Nobedarê Gulên Kobanê” ji Weşanên Sîtav derket. Mizgîn Ronak, romana xwe ya “Nobedarê Gulên Kobanê”, diyarî hemû leheng û cangoriyên Kobanê dike. Nivîskar Mizgîn Ronak, di girtîgehê de şev û roj li ber radyo û televizyonê guh li Berxwedana Kobanê bel kiriye û êş, azar, kêfxweşî û serkeftina vî bajarê ku berxwedaneke dîrokî ji hemû cîhanê re diyarî kir, ji kezebê hîs kiriye. Bi zanebûna kolanan û hakîmîyeta xwe ya derbarê Kobanê de jî mirov diheyirîne. Mirov dibêje qey nivîskar, gav bi gav li kolanên Kobanê geriyaye û deriyê her hewşê vekiriye. Xwîner, lehengê romanê yê sereke ji nêz ve nas dikin. Ew dînekî wêrek, berxwedêr e. Nivîskar, bi hostayî ji devê vî dînê pakrewan ku wijdanê mirovahiyê ye Kobanê aniye ziman, kiryarên şer lêpirsîn kiriye û rastî raxistiye ber çavan. Carinan bişirînekê datîne ser lêvan, lê hîna ev bişirîn di dil de bi cih nebûye bi dengê gurmîn û teqînan nîvco dihêle:
 
“Dîno nobedarê Kobanê ye, dê çawa biqedînin. Ez nobedarê Kobanê, şivanê nêrgiz, mirîşk û qaza me. Ez bahoza kolanên Kobanê, şêrê Miştenûrê me… Ez difirim, Kobanê difire… Li Kobanê her tişt dikene. Pêlavên hevalan jî dikenin, zikên wan ên birçî jî, toza li ser ser û guhên wan jî…” 
 
Mizgîn Ronak, di romanê de têgehên weke germahî-sarbûn, wêrekî-xemgînî, dilşadî, êş, jan, jiyan-mirin, koledarî-azadî digihîjîne wateya xwe. Hest û jîndarî tev di bîra dilê xwe de dimeyîne û bi hunera peyvan û zimanê hilû diherikîne nava rûpelê romanê: 
 
“Heval dibêjin ‘em bimirin jî ji vir naçin’ û soza xwe pêk tînin û ji cihê xwe nalivin. Piştî teqîn û mirinê, piştî ku tank di ser wan û çeperên wan re derbas dibin jî ew soza xwe pêk tînin. Ez wan dibînim, bibin xwîn û duman jî li ber xwe didin, dikenin, gazî hev dikin, dibin Kurdistan, dibin dinya, dibin beybûn…”
 
Nivîskar, bi navê pirtûkê jî dixwaze peyamekê bide. Gul, sembola xweşikbûn û rengdayina jiyanê û xweparastinê ye. Loma diviyabû gul paqij bimana. Ev kar jî ji Koçeroyê dîn re, Koçerê Kobanê re dimîne: 
 
“Mirov diweste lo! Gul wisa pir in, wisa pir in. Lê ez ji wan aciz nabim. Çimkî ew jî li ber xwe didin. Çete çiqas pir êrîş dikin, ew ewqas pir gur dibin. Wêranxana Kobanê di nav gulan de maye, malên bêkes tije gul in. Li Kobanê rûmet berxwedan e; naçilmise, çok nade erdê. Loma gul jî naçilmisin. Min toza hemiyan girt…”
 
Wisa dixuye xwîner dema vê pirtûkê bigire destên xwe heya neqedîne dê ji destên xwe bernede.
 
MIZGÎN RONAK KÎ YE?
 
Mizgîn Ronak, di sala 1973’yan de li Amedê hatiye dinyayê. Di temenekî ciwan de biryara têkoşînê daye û tevlî refên azadiyê bûye. Di tebaxa 1992’yan de li Amedê hatiye girtin û cezayê muebetê lê birîne. Ligel hemû astengiyan bi salan nivisên xwe yên di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kir. Her wiha nivîsên wê di gelek kovaran de jî hatin weşandin. Weke parêzvaneke ziman û wêjeya kurdî tê nasîn û heta niha gelek berhem nivîsîne. Roman, çîrok û helbestên nivîsîne ji hêla weşanxaneyên Lîs, Ar, Sîtav û Aramê ve hatine çapkirin. 
 
MA / Abdurrahman Gok
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Hunerê biyanî Kurdistan dagir kiriye

Hunerê biyanî Kurdistan dagir kiriye

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist