Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket

November 27, 2020
0 0
Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket
Share on FacebookShare on Twitter

ÊLIH – Mamosteyê îxrackirî Ramazan Kavak, di pirtûka xwe ya sêyem a bi navê “Rêwiyê Demên Windayî” de behsa çand, êş û berxwedana herêma Torê dike. 
 
Ramazan Kavak, di sala 2016’an de bi KHK’ê ji mamostetiyê hatiye îxrakirin. Piştî tê îxrackirin li ser kurdî hûr dibe. Heya niha 2 jê helbest û yek jê roman 3 pirtûkên kurdî çap kirine. 
 
Kavak di salên 2017-2018’an de pirtûkên xwe yên helbestan ên bi navê “Êşa Genim” û “Şiverêk” çap kirine û niha jî romana xwe ya bi navê “Rêwiyê Demên Windayî” çap kiriye. 
 
Kavak di vê pirtûka xwe de bal dikişîne ser çand, huner û awayê jiyana herêma Torê. 
 
Kavak, anî ziman ku piştî zanîngeh kuta kiriye biryar girtiye ku bi kurdî binivîse. Kavak, ji ber ku dereng dest bi nivîsandina bi kurdî kiriye xwe rexne kir û wiha got: “Pirtûk bi piranî behsa berxwedana mala Haco û çîroka wan a koçberiyê dike. Di vir de ziman û çanda xwecihî heye. Ji lewra ev herêm bi salan e bi qirkirineke çandî re rû bi rû ye. Helbet her tim çanda xwe parastiye. Herêma Torê jî, herêmeke mezin e. Qismek jê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Sînor li navbera wê hatiye danîn.” 
 
Kavak, bilêv kir ku kesên bixwazin pirtûkê peyda bikin, dikarin li ser platformên dîjîtal peyda bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî xêz bikin. Zimanê kurdî perçeyeke mezin ê cîhanê ye. Em ji kurdiya xwe ya xwecihî dest pê bikin û xwedî li kurdiya xwe derkevin.” 
 
MA / Fethî Balaman 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Ji bo salvegera 42’yan a PKK’ê sirûda taybet

Ji bo salvegera 42’yan a PKK’ê sirûda taybet

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist