Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin

February 9, 2022
0 0
Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
Share on FacebookShare on Twitter

Çand û Huner
 
 
AMED –  “Rojên Muzîkê” yên 4’an ên Akademiya Ma Musîcê di roja sisêyan de bi performansa şagirtên akademiyê bi dawî bû. 
 
“Rojên Muzîkî” yên 4’an ên Akademiya Ma Musîcê ku îsal diyarî Egîdê Cimo hatin kirin, di roja 3’yan de bi perfrormanseke enstrumanî ya şagirtên akademiyê bi dawî bû. Çalakiya roja dawî li Şanoya Bajêr a Amedê ya li navçeya Peyas a Amedê hat lidarxistin. Ji xeynî malbatên şagirtên akademiyê gelek kes tevli çalakiya Rojên Muzîkî ya Ma Musîcê bûn.
 
‘MUZÎK JI BO ME BERXWEDAN E’
 
Beriya şahiyê perwerdekarê akademiyê Şêrko Kanîwar axivî. Kanîwar behsa çalakiyên Rojên Muzîkî kir ku bê çawa amade kirine. Kanîwar got: “Di çalakiyên me yên duh na pêr û duh de ji ber ku cih tune bû, gelek mirov vegeriyan. Me jî dixwest em li hêwanên mezintir li dar bixin, lê hêwanên me ji dest me derxistin. Xwestin em zarokên me bê muzîk bimînin. Lê dika me ya herî mezin dilê zarokên me ye û em ê tu carî zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin. Ev tenê ne dirûşmeyek e. Ev di heman demê de ji bo me berxwedan e. Em ê her tim bi zimanê xwe û çanda xwe li axa Kurdistanê hebin.” 
 
Piştî axaftina Kanîwar şagirtên akademiyê bi santur, baxleme, flut, keman, erbane, bilûr û enstrumanên din performansa xwe nîşan dan. Performansa şagirtên temenê wan di navbera 7-15 salan de temaşevanan heyr û hejmetkar hişt. Temaşevanan tim li çepikan xistin. 
 
Piştî performansan kulîlk diyarî perwedekarên akademiyê hat kirin. Rojên Muzîkê yên Ma Musîcê bi strana “Kurdistan çi xweş e” bi dawî bû. 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
MED-DER’ê 15-21’ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir

MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist