Têkildarî şahiyê, endama rêveber a peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan, Mizgîn Tahir got, ku kom ji 30 zarokî pêk tê û anî ziman ku ew ê komê mezintir bikin û enstrûmentên nû zêde bikin û stranên nû amade bikin.
Şahiya orkestraya zarokan bi xelatkirina sê zarokan ji komê bi dawî bû.