Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Şanoger Yekta Herekol li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat bîranîn

March 27, 2022
0 0
Şanoger Yekta Herekol li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat bîranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera 18’an a şehadeta şehîd Yekta Herekol, Komîteya Şano ya Navenda Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê şano pêşkêş kir. Şano bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hatin nîşandan.

Piştî deqeya rêzgirtin, şanoya “Wesiyeta Bav” hate nîşandan. Şano balê dikişîne ser hevgirtina birayan li hemberî komployên derve.

Her wiha sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şanoger ê şehîd Yekta Herekol hate nîşandan ku li hemberî siyasetên înkarkirina nasname û çanda kurdî li qada Seedallah Cabirî ya Helebê agir berda bedena xwe.

Her wiha koma şano ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo şanoya xwe ya “Mueleq” pêşkêş kir.

Di dawiyê de diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

REQA

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê, navenda çandê ya Reqayê şanoyek bi navê “Suheyl” a nivîskarê Iraqî Seid Hedabî pêşkêş kir. Lîstikvanê şanoyê Enes El- Ebadî û derhênerê wê Îbrahîm El- Xidir e.

Beriya destpêkirina şanoyê, hevserokê Komîteya Çandê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Fîras Remedan, bi boneya Roja Şano ya Cîhanê axivî û bal kişand ser ronesansa çandî li Reqayê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAÎŞ’ê.                 

Fîras Remedan pêşengên şanoya Sûriyê Memduh Edwan û Ebdulselam Ecîlî bi bîr anî û ev roj li hemû şanoger, nivîskar, lîstikvan û derhênerên li seranserî cîhanê pîroz kir.

Piştre lîstikvanê şanoyê Enes El-Ebadî bi çend karakteran şano pêşkêş kir, di yek ji lîstikên xwe de bal kişand ser birayên pêxember Yûsif di hewldana têkbirina zalim û dijminên welêt de.

Her wiha beşdaran lîstika şanoyê nirxandin û spasiya listikvanan kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Koma şanoyê ya Şehîd Hêvî bi boneya bîranîna şehîd û lîstikvanê şanoyê Yekta Herkol li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Girkê Legê şanoyek bi navê “ Qayimeqamê Nû”pêşkêş kir. Derhênerê şanoyê Xelîl Tehlo, nivîsar Cewad Başkût û amadekar Welîd Omer in.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şanoger ê şehîd Yekta Herkol hate pêşkêşkirin.

QAMIŞLO

Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera şehadeta şanoger Yekta Herekol dest bi nîşandana şanoyan kir.

Nîşandana şanoyan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Bi beşdarbûna bi sedan kesî şanoya “Malbata tûyê” hate nîşandan ku balê dikişîne ser bandora şer li civakê.

Piştre ji gotinên derhênerê şanoyê Peter Sellers a li ser girîngiya şano û dîroka wê hate parvekirin.

Piştre şanoya yekemîn a Komîa Şano ya “Malbata Tûyê” hate nîşandan. Nivîskarê şanoyê Stephen Orkini ye û derhêner Ednan Mistefa û Raperîn Hesen Kelkawî ye.

Wê sibe şanoya “Çîrokên sê birayan” a Koma Dibistana Şano were pêaşndan. Nivîskarê şanoyê Ehmed Îsmaîl e û derhêner Ebducabir Hebîb e.

Bi vê boneyê wê li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şano werin nîşandan.

DÊRIK

Bi dehan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl, endamên navenda Dicle ya Çand û Huner beşdarî nîşandana şanoyê bûn. Şano ji aliyê koma Ava Mezin a girêdayî navenda Dicle ve hate nîşandan.

Beriya şanoyê sînevizyonek derbarê jiyana şanogrê Kurd Yekta Herekol de hate nîşandan.

Piştre koma Ava Mezin şanoya ‘‘Dayê çawa rizgar bû” pêşkêş kir. Şano ji aliyê Elî Hisên Kerîm ve hatibû amadekirin û derhenêr Mihyedîn Sîbo ye.

Next Post
Xwediyên 94’emîn Xelatên Oscarê diyar bûn

Xwediyên 94'emîn Xelatên Oscarê diyar bûn

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist