Peyam Îhsan, Şîzo wiha dide nasîn: “Şîzo bi navgîniya nakokiya di navbera sedem û hestê de rexneya desthilatiyê pêşkêşî me dike. Şîzo; zarok e, lîstik e, evîn e, hezkirin e. Frên e, hevnîr e, kevneşopî ye, dewlet e, rêgez e… Şîzo, di destpêka lîstikê de raketîye. Di berdewamiya lîstikê de dixweze rakeve lê nikare rakeve, an jî nahêlin rakeve. Yên ku dixwezin Şîzo rakeve jî raketineke li gorî xwe jê dixwezin.”