Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir

November 17, 2022
0 0
ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
Share on FacebookShare on Twitter

WAN – Şanoger Bêrîvan Budakbeyoglû têkildarî atolyeya şanoyê dê ŞanoWan li dar bixe agahî da û gazî ciwanan kir ku biçin qeyda xwe çêbikin. 
 
ŞanoWan a ku ji sala 2017’an û vir ve li Wanê xebatên xwe dimeşîne dê di sala 2023’yan de bi atolyeya şanoyê dest pê bike. Serlêdanên atolyeyê ku dê perwerdehiya lîstikvanî, drama û jixwebewerî bê dayîn. Atolyeyê di 15’ê mijdarê de dest pê kir. Serlêdanên ku dê heta 15’ê knûnê bidomin, dê serîlêdanên ciwanên ji 18 salî mezintir bên qebûlkirin. Perwerdeya atolyeya ku dê ji terefê lîstikvanên ŞanoWan ve bê dayîn dê hefteyê 2 caran 3 mehan berdewam bike. Lîstikvana ŞanoWan Bêrîvan Budakbeyoglû banga tevlîbûna atolyeya şanoyê kir ku ew ê bi kelecanek nû dest pê bikin.
 
PERWERDEHIYA ŞANOYÊ 
 
Budakbeyoglû anî ziman ku wan di 15’ê mijdarê de dest bi serlêdanan kirine û beriya niha du caran atolyeya şanoyê vekirine. Budakbeyoglû diyar kir ku ew wek ŞanoWan ne tenê şanoyê dilîzin, di heman demê de bi atolyeyên curbecur perwerdehiya şanoyê jî didin û wiha got: “Yek ji armanca me ya sereke ew e ku hem şanoya xwe çêbikin hem jî bi perwerdeyên ku em ê bidin şanoyê mezin bikin. Ji bo vê jî em dixwazin. Ji bo perwerdeyê bidin ciwanan. Me du caran atolyeyên şanoyê li dar xist. Ev atolye hem ji bo me hem jî ji bo kesên hatin atolyeyê bûn bi kelecan bû.” 
 
BANGA SERLÊDANÊ 
 
Budakbeyoglû diyar kir ku bi atolyeyên ku ew ê li dar bixin armanc dikin ku xebatên xwe berfireh bikin û wiha got: “Di vê atolyeyê de dê perwerdehiya lîstikvaniyê, daram, jixwebewerî bê dayîn. Helbet atolyeyên me dê bi kurdî bin û em kêfxweş in. Tevlîbûna ciwanan a komxebata atolyeyên berê kelecanek mezin da me. Ji ber ku piştre bi dilxwazî beşdarî lîstikên me bûn û alîkariya me kirin. Em banga li ciwanan dikin ku ji bo atolyeyê bila bên qeyda xwe bikin.” 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-protestoyen-li-muzeyan-ne-tisteki-nu-ne-169697

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist