Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Şanoya Mencel bi ‘Tenê Ez’ dîsa derdikeve ser dikê

January 7, 2022
0 0
Şanoya Mencel bi ‘Tenê Ez’ dîsa derdikeve ser dikê
Share on FacebookShare on Twitter

WAN – Şanoya Mencel ku ji ber vîrûsa koronayê dika xwe girti bû, bi lîstika “Tenê Ez” dîsa derdikeve ser dikê.
 
Tîma Şanoya Mencel ku li Wanê xebatan dimeşîne, dika xwe ya ku di çarçoveyên bergiriyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de girti bû, ji nû ve vedike. Şanoya Mencel ku dika xwe ya li Navenda Kargeha Aydin Perîhan a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ji bo temaşevanên xwe nû kir, eywana xwe ya 100 kes lê bi cih dibin, bi dizayna dawî derxist 200’an. Tîma Şanoyê wê di 8 û 9’ê Çileyê de lîstika “Tenê Ez” ya li ser bingeha komedîya siyasî ya Charlîe Chaplin a bi navê “Dîktatorê Mezin” pêşkeşî şanohezan bikin. 
 
TEVÎ ZEXTAN JÎ HUNERA XWE BERDEWAM KIRIN
 
Ji tîma Şanoya Mencel Ferhat Aslan diyar kir ku ligel pandemiyê weke lîstikvanên şanoyê di pêvajoyeke zehmet de derbas bûn. Aslan, bi lêv kir ku weke Şanoya Mencel bi derfetên xwe bi xwe hewl didin hunerê bikin û wiha got: “Tevî van hemûyan zextên siyasî jî li me tên kirin. Me tevî zehmetiyan hunera xwe berdewam kir. Em weke kûlubeke şanoyê ya alternatîf têkoşiyan û biserketin. Pêwistî bi nûkirin û firehkirina eywana me hebû. Em ê bi eywana xwe ya nû temaşevanan pêşwazî bikin.”
 
Aslan, bi lêv kir ku amadene bi kelecaneke mezin temaşevanan pêşwazî bikin û hemû şanohez vexwendin ku bên lîstikê temaşe bikin. 
 
Wê piştî lîstika dawiya hefteyê were pêşandan, di 10’ê Çileyê de li Şanoya Mencel konsera Koma Aryen pêk were. 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî dest pê dike

Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî dest pê dike

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist