Weşangerekî ku belgefilm dîtî, ji Mylène Sauloy re gotiye, gelo ew nafikire senaryoya xêzeromaneke elaqedarî wê binivîse. Ew li ser xêzromanê wiha dipeyive: “Ji bo min ev fikra ku mirov wê karibin destana van jinên azad deynin ber xwe, karibin pelên wê biqulibînin û bi israr bixwînin, fikrekreke efsûnî bû. Ji ber ku mirov filmekê dibîne, û ew paşê diçe, winda dibe, ti girîngiya wê namîne. Lê kitêb weke hevrêyekî ye, kengî hûn bixwazin ew ji bo we îlham e. Wekî din jî ew jinên ku ji ber ewlekariyê nekarîn di filmê de bin, em ê karibin her yekê weke karekterekê wan bi cih bikin. Ev rêyek bû ji bo rêzgirtina ji vê destanê re û di heman demê de mirov wê bigihîje komeke din a mirovan.”
Projeya filmeke nû li Rojava