Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Serlêdana ji bo Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî dest pê kir

December 3, 2020
0 0
Serlêdana ji bo Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Îsal jî ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî 8’emîn Pêşbirka Helbestan tê lidarxistin. Pêşbirk ji bo xwedîlêderketina zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî ye ku Arjen Arî di hemû jiyana xwe de bo wê kedeke muhîm da û bo xwedîlêderketina puxteyên hunerê yên navneteweyî ye. Pêşbirka 8’emîn jî ji hêla malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê lidarxistin. Serlêdanên pêşbirkê dest pê kir. Malbatê û Weşanên Sor ji ber pandemiyê bi metnekê destpêkirina pêşbirkê belav kirin.

Şert û mercên başdarbûna vê pêşbirkê ku dixwaze berhemên wêjeyî yên giranbuha diyarî weşangeriya Kurdî bike û wan raberî girseyeke mezin a xwîneran bike wiha ne:

* Xelat dê bo berhemên bi zaravayê Kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.

* Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.

* Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata Lurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê

* Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.

* Berhemên ku ji hêla saziyek ve hatibin xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibin nikarin beşdarî pêşbirkê bibin.

* Berhemên ku beşdarî pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.

* Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.

* Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.

* Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.

* Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc) nusxe bêne şandin.

* Divê dosye ku bi kompîtorê hatibe dîzaynkirin û li USByek were barkirin û ev USB di nav dosyeya serlêdanê de cî bigire.

* Dosyeyên ku bi kompîtorê nehatibin dîzaynkirin û tê de USB tunebin nayên nirxandin.

* Divê li ser dosyeyê yan li ser USByê nav, nîşan, mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.

* Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan, telefon û e-maila xwe di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.

* Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2021’an de, yanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bê aşkerekirin û dîrok û ciyê merasîma xelatdanê dê paşê bê ragihandin.

Divê dosye bi kargo yan jî bi posteyê, bo vê navnîşanê werin rêkirin:

Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî

Yenişehir Mah. Ali Emiri 7. Sokak Karacadağ Apt. Kat:1 Daire:7 Yenişehir/Diyarbakır (poste divê li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê be)

* Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.

* Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyên wan nayêne vegerandin.

* Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.

* Di 1ê Nîsana 2021an de serîlêdan bi dawî dibin.

 

Next Post
Kitêba edîbên Gulordê

Kitêba edîbên Gulordê

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist