Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir

December 25, 2021
0 0
Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Ji bo bîranîn û yadkirina Arjen Arî yê yek ji pêşengê helbesta kurdî ya nûjen, ku di 30’yê cotmehê çû ser dilovaniya xwe, dê îsal pêşbirka 9’emîn a helbestê bê lidarxistin.
 
Pêşbirk ji bo xwedîlêderketina Zimanê Kurdî û Wêjeya Kurdî ye ku Arjen Arî di hemû jiyana xwe de bo wê kedeke muhîm da û bo xwedîlêderketina puxteyên hunerê yên navneteweyî ye. Pêşbirka 9’emîn ji hêla malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê lidarxistin.
 
Şert û mercên başdarbûna vê pêşbirkê ku dixwaze berhemên wêjeyî yên giranbuha diyarî weşangeriya kurdî bike û wan raberî girseyeke mezin ê xwîneran bike ev in; 
 
* Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.
 
* Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla saziya ku vê pêşbirkê li dar dixe ve, ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.  
 
* Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.
 
* Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê.      
   
* Berhemên ji hêla saziyek ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.
 
* Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.
 
* Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.
 
* Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.
 
* Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin. 
 
* Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe û bi USByek ku dosye tê de ye bê rêkirin. 
 
* Dosyeyên ku bi kompûterê nehatî dîzaynkirin û USByek pêve nekirî wê neyên nirxandin.
 
* Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe. 
 
* Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin. 
 
* Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2022an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin.
 
* Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê navnîşanê re bêne rêkirin:
 
Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî 
Yenişehir Mahallesi, Ali Emiri 5. Sokak, Ademoğlu Apt, No:8, Daire:7, Yenişehir/Diyarbakır
(li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê)
 
* Serlêdanên rûbirû nayên qebûlkirin. 
* Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayêne vegerandin. 
* Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.
* Kesên xwedî berheman divê di navbera heya 1ê Adara 2022an dosyeyên xwe bişînin.
 
Endamên Jûriya Pêşbirkê jî wiha ne: Îrfan Amîda, Necla Arî, Hamid Omerî, Hatîce Kiliç, Rêdûr Dîjle
 
 
 
 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Heyfa Hesen: Wêjevanên Kurd qehremanên şoreşê zindî dikin.

Heyfa Hesen: Wêjevanên Kurd qehremanên şoreşê zindî dikin.

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist