Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Serpêhatiya jinên xwe şewitandine

May 12, 2022
0 0
Serpêhatiya jinên xwe şewitandine
Share on FacebookShare on Twitter

Wê navê pirtûka xwe jî ji ber peyva “Role” ya bi Soranî girtiye. Dema li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bi xebata xwe daketiye, dibîne ku hin dayikên Kurd li ser gorên zarokên xwe peyva “Role, role can…role giyan…” bi kar tînin. Yanî di dema şînê de ev peyv pirr tê bikaranîn. Vê yekê pirr bala Shaghayeghê kişandiye ser xwe û piştî ku hînî maneya peyvê bûye, navê projeya xwe ya wêneyan kiriye “Role”. Wêneyên wê yên di albûma “Role” de behsa serpêhatiyên jinên Kurd dike, wanên ku xwe ji ber sedemên cuda şewitandine. Di nav van sedeman de hin sedemên siyasî, malbatî, olî û civakî hene. Shaghayegh, heta jê hatiye rastî aniye ziman û bi vê xebata xwe belgeyeke baş derxistiye holê. Ji lewma beriya wê kesî xebateke bi vî rengî nemeşandiye û li ser vê meseleyê hûr nebûye.  

‘Nerazîbûna bêdeng’ jê re dibe îlham

Ji dil, dixwaze serpêhatiyan hîn bibe

Shaghayegh beriya dest bi vê projeya xwe bike, li bajarê Herad ê Efxanistanê bi wêneyan şahidiyê li jinên xwe şewitandine re kiriye lê dibêje, derbarê jinên Kurd ên ku xwe dişewitandin, zêde leqayî nûçeyan nehatiye û ti kesî bi awayekî fermî tiştek ranagihandiye raya giştî. Pêşî ew diçe Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê. Li wir dibe şahid ku gelek jinên Kurd xwe şewitandine. Ev yek meraqa wê zêdetir dike û dixwaze derbarê parçeyên din ên Kurdistanê de jî lêkolînê bike û hîn bibe bê ka li wir jî jinên Kurd xwe şewitandine yan na? Ji lewma jî ew projeya xwe li çar parçeyên Kurdistanê belav dike û li çar parçeyan digere. Bi wêneyan bi pey serpêhatiya wan dikeve, ji lewma hinek ji wan hîna jî dijîn, lê hin ji wan jî piştî agir bera bedena xwe dana, jiyana xwe ji dest dane. Shaghayegh, bi her wêneyekî xwe êş û azara jinên xwe şewitandine û her wiha yên malbata wan vedibêje. 

Çavkanî: #PolîtîkAzad

Next Post
Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!

Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist