Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Seta folklorê “Zargul” ji Weşanên Wardozê derket

January 20, 2021
0 0
Seta folklorê “Zargul” ji Weşanên Wardozê derket
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Seta folklorê ya bi navê “Zargul” ku ji 3 pirtûkan pêk te ji Weşanên Wardozê derket. 
 
 
Weşanên Wardozê, di sala 2017’an da li Amedê hatiye avakirin û bala xwe daye ser folklora kurdan.  Weşanxaneya ku tenê pirtûkên bi kurdî çap dike, heta niha li ser folklorê çar set û bi giştî jî 30 pirtûk çap kirine. Her wiha weşanxaneyê 9 pirtûkên dîrok, ziman û wêjeyê jî çap kirine. Li weşanxaneyê gelek pirtûkên folklorîk û wêjeyî jî li ber çapê ne. Herî dawî jî weşanxaneyê seta folklorê ya bi navê “Zargul” ku ji pirtûkên “Dewrêşê Evdî” , “Lîstikên Gundê Tizyanê” û “Gotinên Pêşiyan ji Xorasanê” pêk tê, li folklora kurdî zêde kir. 
 
DERWÊŞÊ EVDÎ
 
Pirtûka “Dewrêşê Evdî” destaneke bi nav û deng a netewî ya kurdan e. Berhevkarên pirtûkê Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl in. Malbata Celîlan di sala 1985’an de berê xwe dide Efrînê, li wir ji deve Ehmedê Nasirê Şemê destanê qeyd dike. Pirtûk ji 137 rûpelan pêk tê. 
 
LÎSTIKÊN GUNDÊ TIZYANÊ
 
Di pirtûka “Lîstikên Gundê Tizyanê” de Mem Mukrîyanî ji biçûkan heta mezinan 76 lîstikên gundê xwe Tizyanê bi şêwra gelek kesan û bi rêgez û qayîde yek bi yek, xal bi xal nivîsîne. Ji bo gelek lîstikan wêne hatine xêzkirin. “Beqlê, Çingildas, Çirê, Devê gur, Hingulîsk, Kab, Malek tê tê, Qevzê, Xirak..” hin ji wan lîstikan in. 
 
GOTINÊN PÊŞIYAN JI XORESANÊ
 
Yek ji xebata vê setê jî pirtûka bi navê “Gotinên Pêşîyan Ji Xorasanê” ye. Berhevkara pirtûkê Gulê Şadkam e. Di vê pirtûkê da nêzî 2000 gotinên pêşîyan yên Xorasanê tevî wateyên xwe hatine dayîn. Gulê Şadkam, li Xorasanê dijî lêkolîner û folklorîst e, bi salan li nava gel geriyaye û gotinên pêşiyan kom kiriye. Pirtûk ji 174 rûpelan pêk tê. 
 
MA / Fahrettîn Kiliç
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-ji-nu-ve-texeyulkirina-bedewiye-8939

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist