Şêwekar Ednan Ebdulqadir ji bo pêşangeha bi navê ‘Lutkeya Harmonî’ ya ku wê li ser asta Rojhilata Navîn pêşangeha herî mezin be amadekariyan dike. Di pêşangehê de hezar tablo werin pêşandan. Piraniya tabloyên wî potreyên şehîdan, berxwedana gerîla û şervanên Kurd in. Şêwekar Ednan diyar kir ku ji bo wî her şehîdbûnek êşeke û dike tablo.
Şêwekar Ednan Ebdulqadir rûniştvanê navçeya Kelar a Germiyane. Ew li gel hunerê mezin bûye. Bi pênûsek û qaxezekê hest, fikir û tiştên di dilê xwe de dixeminîne û peyama xwe dide.
Şêwekar Ednan Ebdulqadir di sala 1991’an de diçe Peymangeha Hunerên Xweşik. Ew dibe yekem rawestgeha wî ya akademîn û destpêkirina qonaxek nû ya hunerî.
Şêwekar Ednan heta niha zêdetirî 30 pêşangehên şêwekarî vekiriye. Herwiha bi tabloyên xwe tevlî gelek pêşangehên navxweyî û derveyî welat, welatên cîran û welatên Ereb ên weke Misr, Cezayîr, Urdun, Libnan, Îran, Tirkiye û hinek welatên din bûye. Herwiha xwedî gelek xelat û dîplomayên navneteweyî ye.
Niha jî ji bo vekirina pêşangeha xwe ya taybet a li ser asta Rojhilata Navîn herî mezin amadekariyan dike. Wê bi navê ‘Luteya Harmonî’ pêşangehê veke û têde hezar tabloyên rengaregn pêşang bide.
Niha ji bo temamkirina projeya xwe ya hunerî li hola xwe sibehê heta êvarî kar dike û bi firçe û pênûsa xwe bi rengan dilîze û tabloyên nû çêdike. Heta niha nêzî 200 tebloyan temamkiriye û ji bo pêşandanê amadene.
Şêwekar Ednan Ebdulqadir eşkere kir ku dibe ku di nava 2 salan de dawî li tabloyên pêşangehê bîne.
‘Armanca min şikandina sînorên destî hatine çêkirine’
Mijara hunera Şêwekar Ednan Ebdulqadir şoreşa neteweyî ya Kurd û mijarên mirovahiyê ne û got: “Hunera min rengê neteweye min û mijarên mirovahiyê ne. Li gel min sînorek nîne. Li kûderê şoreşek, êşek û xemek neteweyî hebe ez dikim tablo. Armanca min şikandina sînorên destî hatine çêkirine. Hêviya min Kurdistana mezine. Ev jî bi yekbûna gel pêk tê.”
‘Her şehîdek ji bo min êşe’
Yek ji karên Şêwekar Ednan Ebdulqadir çêkirina potreyên şehîd, hunandina lehengî û berxwedana gerîla û şervanên Kurd a li dijî dagirkerên xaka Kurdistanê ye. Li ser vê mijarê got: “Ew Kurdên herî zindî ne. Şehîdbûna her gerîlayek êşê dide min û ez dikim tablo. Ev dilsoziya min a herî biçûke. Erkek mirovî, ehqalî û neteweyî ye. “
Ednan Ebdulqadir eşkere kir ku du xewnên wî hene û wiha domand: “Yek ji xewnên min ji nêz ve dîtina havalên konseya serokatiya KCK’ê ne. Heta ku helwest û xemên xwe ji wan re bêjim û ewane ji guhdar bikin. Banga wan û dîtina wan a ji nêz ve wê ji bo min bibe piştgiriya herî mezin a manewî. Xenwa min a duyemîn li çiyayên azad ên Kurdistanê vekirina pêşangehekê ye. Ji bo ku di dîrokê de cara yekemîn ew gerîla û şervanên hêja ji nêz ve hunera min bibînin. Hêvîdar im ev herdu xewnên pêk wer in.”
‘Ji ber ku nehizbîne, dijberiya min dikin’
Şêwekar Ednan Ebdulqadir wiha domand: “Ji ber ku ne li ser ti hizbên li desthilatê me, hikûmetê û berpirsan ti piştgiriya min nekirine. Belku dijberiya hunera min jî dikin. Berpirs û saziyên rewşenbîriyê yên vê herêmê bi taybet ên Germiyan ti ehlaq û ruhek hunerî û rewşenbîrî nîne. Li gorî wan girîngîdana hunerê girîngîdana bi semaker û mankenane. Ev wê desthilatê weke nûnertiya xwe nabînin. Ji ber ku eger desthilat hebe, nûnertiya min bike, divê piştgiriya huner û hemû berjewendiyên Kurdan bike. Lê, tişta ku ev dike, têkirkirina xwestekên xwe ne û karkirina ji bo berjewendiyên kesî û hizbî ne.”
Şêwekar Ednan Ebdulqadir eşkere kir ku dibe ku karê amadekariyên pêşangehê 2 salan berdewam bike û got ku hîn cihê pêşangehê nehatiye diyarkirin. Herwiha destnîşan kir ku ji ber zêdebûna tabloyan holek guncav nîne, wê cihên kolanên qelabalix bêxe cihê pêşangehê û li hemû bajarên mezin ên Kurdistanê pêşangehê veke.
(ab)