Bi mezûnên destpêkê yên Akademiya Şehîd Yekta Herekol re Komuna Film a Efrînê ava bû, lê belê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk, Komuna Film a Efrînê çû Şehbayê. Sala 2018’an Komuna Film a Kobanê ava bû. Li Serêkaniyê jî studyoya dublajê hate vekirin, lê belê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a sala 2019’an karê vê studyoyê li Qamişloyê dewam dike.
Komuna Film a Rojava li gorî pêwîstiyan, bi projeyan xwe bi rêxistin dike, hem hejmara endamên xwe hem jî cih û dema projeyan diyar dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana komunên sînemayê de komunên herêmên Şehba, Kobanê û Cizîrê hene. Her wiha di bin sîwana TEV-ÇAND’ê de jî kar tê meşandin.
Tenê dilxwazî têra endamtiyê dike
Komuna Film a Rojava ev 7 sal in hewl dide bibe zimanê şoreşê, her wiha berxwedana li Sûr, Şengal û Kobanê jî raxist pêş çavan. Di demeke kurt de karên zehmet birin serî. Komuna Film a Rojava heta niha 25 film çêkirine. Ji bilî sê filman, karên filmên din hemû li Rojava meşandin.