Erebê Şemo yê ku li gundê Sûsiz ê Dîgora ser bi Qersê ji dayik dibe, li Ermenistana Sovyetê romana bi navê “Şivanê Kurmanca” dinivîse. Ev yekemîn romana bi Kurdî ye.
Oztaş got, xebata wan (a wî û Kamuran Demir) bi berhevkirina berhemên bi Kurdî yên li Yekîtiya Sovyetê dest pê kiriye: “Sala 2016’an me li ser ‘Hunera Kurdan a li Yekîtiya Sovyetê’ weşand, me dît derbarê dîroka Kurdan de gelek berhemên pêşîn li vir hatine weşandin. Yek ji van jî romana Şivanê Kurmanca ye. Wergera yekem a vê romanê sala 1977’an ji aliyê Weşanên Ozgurluk Yolu ve hatiye kirin. Wan jî, ne ji Kurdî lê ji Fransî wergerandiye Tirkî. Li gorî çavkaniyan, ev xebat berê ji Kurdî wergerandine Rûsî, piştre li Fransî û dûre dîsa li Kurdî hatiye wergerandin. Herî dawîn jî li Tirkî hatiye wergerandin. Sala 1978’an jî Ganî Bozarslan werdigerîne. Hin beşên vir bi kurtasî dane. Di pirtûka Erebê Şemo de 21 beş hene di ya Bozarslan de 15 beş. Xebata me nusxeya pêşîn a sala 1935’an ji xwe re kiriye referans.”
Oztaş derbarê Erebê Şemo de dibêje, ew bi Rûsî, Ermenkî, Gurcî, Azerî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Erebî dizane: “Erebê Şemo di Artêşa Sor de cih girtiye. Di rêxistina îstîxbaratê ya bi navê ÇEKA’yê de berpirsyarî stendiye. Li Zanîngeha Komunîst a Kedkarên Rojhilat perwerde bûye û li Lenîngradê di beşa Kurdolojiyê de jî doçent e. Ew di pirtûkên xwe de qala çanda Kurdan dike. Keleha Dimdimê, şoreşa Cotmehê ya 1917’an, Siyabend û Xecê, leşkerên Artêşa Sor. Ronakbîr û nivîskarên wê demê ji bo tecrûbeya wê demê dibêjin, Ronesansa Kurdan.”