Şêwekara Mexrîbî Zeyneb Fasîkî behsa têkoşîna xwe û awayê xwe yê parastina jinan kir.
Bi dema bicihanîna pîşeyê xwe endezyara mekanîkê û xebata xwe li çend kargehan, çend caran ez hatim tacîzkirin û zîhniyeta mêr xwe nîşanî in da. Kariyera min a pîşeyî di qonaxa perwerdeyê de dest pê kir. Ez 19 salî bûm, ez li cihê kar û di otobusê de hatim tacîzkirin, dema ku digihîştim malê gelekî tengezar dibûm. Carekê ez vegeriyam malê, min dît rêbaza yekane ya çareseriya vê ew e ku bedena xwe tazî xêz bikim û li ser malperên tora civakî belav bikim. Hinekan gotinên nexweş gotin, hinekan jî rexne li nîgarên min dikirin û dixwestin wateya weşandina wêneyan zanibin. Hingê min xwe pirr rehet hîs kir û min dît ku huner ne destpêka şer e, ji bo mexdûrên tacîzê û gihandina ramanan bi awayekî cuda, derman e. Min dît ku wêneyê min wekî dengekî ji bo mexdûrên tacîzê ye, lê tevî çewisandina berê li ser min hat ferzkirin, piştî ku min rêbaza têkoşîna xwe hilbijart, min bedena jinê tazî xêz kir. Ez xwe mîna jineke bi hêz hîs dikim, lewma bi vî rengî ez bi tundî û tacîza li dijî xwe re rûbirû bûm.
Ez bawer nakim ku ew ê bandorê li rêya min bike. Berevajî, ew rêgezeke nû ye. Ez bi wê têdikoşim û ez dixwazim gelek peyaman bidim, mirovan ji ber zêhniyet û kiryarên wan sûcdar bikim. Ez di heman demê de xirabiya rewşa perwerdeyê û pergala heyî ya perwerdeyê jî sûcdar dikim. Ez nabêjim bila jin bedena xwe bigire yan xwe tazî bike. Lê belê ez bedena jinan tazî xêz dikim û wekî tabloyekê lê dinihêrim, wekî amûreke ji bo seksê bi kar naînim. Hin kes difikirin ku ez piştgiriyê didim tazîkirina bedenê, lê na. Ez dibêjim, jin di warê bedena xwe de azad in û mafê wan heye, çawa bixwazin wiha bikin. Xêzkirina bedena tazî min elaqedar dike. Mixabin, mirov rêzê li tercîhên kesên din re nagirin. Çanda nepejirandina yên din hîn jî di nava civakê de heye.
Du beşên pirtûka “Hashouma” hene. Di ya pêşî de ez li ser beden û nasnameya cinsî diaxivim, dibêjim, bedena wê bi çi şiklî dibe bila bibe, divê jin wê qebûl bike. Ne lazim e illeh xweşik û bedew be. Ya diduyê jî derbarê feraseta cinsiyetparêziyê û awayê parastina jinan ji tacîzê de ye. Her wiha min behsa kurtajê, ji ber xwe kirina zarokê jî kir, yanî tabû hemû di pirtûkê de hene. Xala sereke ya ku mijara pirtûkê li dora wê digere, ew çand e ku laşê jinan wekî yê cûreyekî kêm dibîne. Ev jî di encama nebûna çanda zanîna cinsî li dibistan yan malê de derdikeve holê.