Der barê bername û berhemên mihrîcanê de, endamê Desteya Rêveber a HRRK û berpirsê komîteya çalakiyan Ehmed Huseynî got, “Mihrîcana yekemîn sala 2014`an li bajarê Wuppertalê Elmanya li dar ket. Piştî wê, lidarxistina mihrîcanê her sal li Ewrûpayê dewam kir ta ku navenda HRRKʹê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate vekirin. Pê re, mihrîcan salane li Rojava hat lidarxistin. Cara yekê li Kobanê û salên li pey wê li Qamişlo hatin lidarxistin.”
Mirov dikare tiştên bedew biafirîne
Ehmed Huseynî îşaret bi armanca lidarxistina mihrîcanê kir û got, “Bi zelalî balê dikişîne ser taybetmendî û mîrasa çandî ya kevnar û ji civakê re pêşkêş dike, qada çandî firehtir dike ku gelê Kurd bi rêya çand, bawerî û urf û adetan dike yek, her wiha êş û zehmetiyan rave dike û bi vê yekê giyanekî yekgirtî yê erdîngariya ku lê dijî îfade dike.”
Li ser bernameya mihrîcanê Huseynî destnîşan kir ku wê di mihrîcanê de şevbuhêrkên helbest û çîrokan, şano û filmên Kurdî wê werin nîşandan: “Qederê 25 kurtefilman tên nîşandan, pêşangehek tê vekirin û semîner têkildarî dozên giring tên dayîn.”