Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Tablêta Xewnê ya Gilgamêşê li Iraqê hate vegerandin

September 24, 2021
0 0
Tablêta Xewnê ya Gilgamêşê li Iraqê hate vegerandin
Share on FacebookShare on Twitter

Tablêta Xewnê ya Gilgamêş ku yek ji berhema herî kevn a nivîsta cîhanê ye û sala 1991’ê dema şerê Kendavê ji mûzeyeke Iraqê hatibû dizîn û biribûn DYE’yê, bi rengekî fermî DYE’yê li Iraqê vegerand.

Deqa dînî ya 3600 salî ku bi rengê Tablêta Xewnê ya Gilgamêş tê zanîn, beşek ji helbesta Sûmerî ya Dastana Gilgamêş e.

Du tablêtên kilî ku yek ji nivîsta herî berê ya nivîsa cîhanê ye, van sih salên dawî bi belgeyên qelp revandine gelek welatan. Heta beriya bi du salan jî li mûzeyeke nêzî avahiya hikûmetê ya DYE’yê bi rengekî aşkere dihatin nîşandan.

Lê duh bi merasîmeke li Enstîtûya Smîthsonîan a Washînton DC’yê tablêt bi resmî hate dayin û ji bo ku vegere ser xaka xwe rêwitiyê dest pê kir.

Dastana Gilgamêş helbesta epîk a herî kevn e. Beşek ji çîrokan bi Ibranî di Incîlê de jî hatine vegotin.

Tablêt beriya bi hezaran salan, li ser kîleke ku li Mezopotamyaya antîk dihate bikaranîn, bi nivîsa mîxî bi Akadî hatiye nivîsîn.

Zanyaran sala 1853’an, di bermayên pirtûkxaneya Kralê Asûran Asûr Banîpal ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê  kraltî kiribû, guhartoyeke wê ya 12 tablêtî keşf kirin.

Çîrok li dora Kralê Urukê (Iraq) Gilgamêş derbas dibe. Efsane xwe dispêrê ser kralekî rastî ku Beriya Mîladê di navbeyna salên 2.800-2.500’î de serwer bûye.

Dema ku çîrok dom dikir Kral Gilgamêş nîv Êzdayek bû ku hêza wî ji diya wî jê re mabû.

Li gel hevalê xwe yê ku ji hêla heywanan ve hatî xwedîkirin, Boxaeyê Ezmanî ku tundiya Êzdayan temsîl dike, dikuje û jiyana nemiriyê keşf dike.

Di çîrokeke dî de ji bo ku giyayê nemiriyê bibîne dest bi rêwitiya deryayî kir lê marekî ew giya jê dizî.

Next Post
Ji bo zarok û mezinan tev de kursên kurdî

Ji bo zarok û mezinan tev de kursên kurdî

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist