Rêzefilma ku Ehmed Tahîr senaryoya wê nivîsandiye, bi derhêneriya Teymûr Evdikê, Nûman Yîgît û Deştî Resûl hatiye amadekirin. Her beşa rêzefilmê 45 deqeqiyan dirêj e.
Derhêner Nûman Yîgît derbarê rêzefilmê de got, rêzefilm behsa berxwedana xwerêveberiyê dike: “Li Cizîrê li naverastê dayik hatin qetilkirin. Li jêrzemînan mirov hatin şewitandin. Cîhanê li vê komkujiyê temaşe kir. Hunermendan jî dengê xwe dernexist. Nedibû ku me jî ev komkujî û berxwedana destanî nedîta.”
Yîgît bal bire ser zor û zehmetiyên di pêvajoya kişandina filmê de rû dan û got, “Di mijara peydakirina lîstikvanên profesyonel de zehmetî hebû. Li çar parçeyên Kurdistanê rastiya gelê Kurd bi rêzefilm û filman hatiye berevajîkirin. Rastiya berxwedan û têkoşînê ya li Bakur, Sûr, Cizîr, Rojava hatin berevajîkirin. Armanca me ya esasî ew e ku rastiya hatiye berevajîkirin mîna xwe bidin û bigihînin civakê.”