Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane

November 30, 2020
0 0
Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane
Share on FacebookShare on Twitter

ŞIRNEX – Medreseya Feqîyê Teyran a dîrokî ku li gundê  Keraşînê navçeya Basa ye, ji ber xemsarriya dewletê û mirovên li herêmê hilweşiyaye û tenê dîwarên wê mane.

Li herêma  Şirnexê  heta niha gelek berhemên dîrokî ji ber nêzîkatî û xemsariya dewletê tune bûne. Berhemên mayîn jî bi tu awayî nayên parastin û li ber tunebûnê ne.  Medreseya Feqîyê Teyran a  li gundê Keraşînê yê navçeya Basa ya Şirnexê jî yek ji van berhemên ku li ber tunebûnê ye. Medreseya ku tê gotin Feqîyê Teyran têde perwerde daye, ji ber bêxwedîtiyê hilweşiyaye.  Li gorî hîn çavkaniyan,  medrese weke yekem medreseya wêjevanê kurd Feqiyê Teyran tê penasekirin. Lê niha tenê dîwarên medreseyê mane û medrese di her warî de hilweşiyaye. 
 
JI HÊLA RÊYA BEJAHÎ VE HAT HILWEŞANDIN 
 
Medreseya dîrokî heta niha bi tu awayî ji hêla Wezareta Çand û Tûrîzmê ve nehatiye parastin û ji bo parastina medreseyê xebatek nehatiye kirin. Tê gotin ku di sala 1990’an de Rêya Bejahî rêyekê di nav medreseyê re derbas dike û piraniya medreseyê hildiweşîne. Beşên medreseyê yên mayî jî ji ber operasyonên leşkerî û xemsariya dewletê û mirovên li herêmêxesareke mezin dîtine. 
 
MA  / Zeynep Dûrgût
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Li Silêmaniyê pêşangeha wêneyan hate vekirin

Li Silêmaniyê pêşangeha wêneyan hate vekirin

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist