Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

ÛTAMARA kampa govendê lidar xist

October 24, 2022
0 0
ÛTAMARA kampa govendê lidar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Kombûna Jinê ÛTAMARA di navbera 21 û 23’ê Cotmehê de bi dirûşma “Em bi çanda xwe nasnameya xwe nas bikin” bi beşdariya 15 şagirtên govendê û mamoste, kampeke ji bo perwerdeya govendê lidar xist.

 

Şagirtên govendê û mamoste ji bajarên Dûîsbûrg, Hagen û Kolnê tevlî kampê bûn. Li gel govendê her wiha aktîvîteyên cuda jî hatin lidarxistin.

Koma ku bi sporê dest bi bernameya xwe ya rojane kir, karên xwe bi hînbûna govenda herêmên Botan û Gimgimê dewam kir.

Tevî danasîna Navenda Kombûna Jinê ya ÛTAMARA her wiha ger û geşa li xwezayê, nîqaşên li ser çand û hunerê û sînemeya Kurd hatin kirin. Jin ên ciwan ku bi coşeke mezin tevlî perwerdeyê bûn, destnîşan kirin ku divê herî zêde jin xwedî li çand û hunera xwe derkevin.

HERÎ ZÊDE BALA JINAN LI SER E

Xezal Ertaş (32) a ji Kolnê tevlî kampê bû, diyar kir ku ew di bin sîwana TEV-ÇAND’ê de karên govendê dikin. Xezal Ertaş bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li govendê û got, “Armanca me ya esasî ew e k li Ewropayê em bi xurtî xwedî li çanda xwe derkevin. Her wiha ji jenerasyona piştî xwe re bihêlin. Heta ji me tê em hewl didin bi rengekî resen radestî nifşê nû bikin.”

Xezal Ertaş ragihand ku govend tenê fîgur nîne û destnîşan kir ku ji rabûn û rûniştinê heta bi rewşa cografyayê, rastiya wî welatî nîşan dide.

EM HÎNÎ ÇÎROKÊN STRANÊN GOVENDÊ BÛN

Xezal Ertaş anî ziman ku ji temenê cuda şagirt tevlî perwerdeya govendê bûn û got, “Em bi rengekî hêzan hînî zarokan dikin. Piştre jî wê bi detay kirin û hînî ciwanan dikin. Û bi proje û kampên hîn mezintir vî karê xwe berfireh dikin. Em ji nava xwe mamosteyan digihînin.”

Xezal Ertaş diyar kir ku li kampê wan bi mijara jinê semîner jî dan û got, “Me heta niha li eyaleta Nordrheîn Westfalenê çend kamp lidar xistin, kampên me bi giranî ji bo yên nû ne. Me giranî dan ser perwerdekirina şagirtên biçûk. Bi wan re lîst, stran got, klam got û çîrokên stranên govendê vegot. Her wiha bi hevalên li vir re me semîner lidar xist. Me giranî da ser mijarên jinan. Bi vî rengî me çend rojên bedew derbas kir.”

Next Post
Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû

Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist