Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Vejîn: Newroza Arî

March 12, 2022
0 0
Vejîn: Newroza Arî
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Awaza Çiya Baran Gulbahar ji ANF’ê re qala çîroka strana Newroza Arî kir. Ev stran di sala 2007’an de hatibû çêkirin.

Baran Gulbahar diyar kir ku Awaza Çiya di sala 2006’an de hatiye avakirin û got “Cara pêşîn bi navê Awaza Çiya komek hate avakirin. Beriya vê stranê jî berhem hene lê me xwest li ser Newrozê jî straneke me hebe. Tê zanîn ku gelê Kurd girêdayî Newrozê ye. Awaza Çiya jî ji bo bandorê li ser gel bike û xîtabî hestên civakê bike, hatibû avakirin.”

 

Baran Gulbahar diyar kir gotinên strana ‘Newroza Arî’ bi hêsanî nehatiye nivîsandin û got “Bi qasî 2 rojan me gotinên stranê nivîsand. Coşa hemû hevalan zêde bû. Em şoreşger bûn û şertên me dijwar bû. Gotinên stranê di sala 2007’an de hate nivîsandin. Lê di warê kişandina klîbê de zehmetî çêbû. Wê demê balefirên keşfê yên dewleta Tirk gelekî zêde digeriyan, em jî neçar diman ku cihê xwe biguherînin. Di nava salekê de me 7 kamp guherand. Ji ber vê kişandina klîbê ne hêsan bû. Di meha 11’emîn a sala 2007’an de çalakiya Oremarê hate kirin, me ji aliyekî ve jî giranî da strana Oremarê. Piştre jî strana Destana Zapê hate weşandin. Kişandina klîba strana Newroza Arî jî li Xinêrê hate kirin û stran di sala 2008’an de hate weşandin.”

‘AGIRÊ NEWROZÊ LI SER ÇIYAYÊ GARÊ HATIYE VÊXISTIN’

Baran Gulbahar qala dîroka Newrozê kir û got “Li hemberî Dehaq li Çiyayê Garê serîhildan çêbû. Ji ber ku cihê herî nêzî Nînovayê Çiyayê Garê ye. Siwarên girêdayî Konfederalîzma Medyayê Nînova desteser kirin. Cara pêşîn agirê Newrozê li Çiyayê Garê hate vêxistin. Piştre li hemû çiyayan agir hate vêxistin. Ev agir bû agirê azadiyê û şewitandina koletiyê.”

Endamê Awaza Çiya Baran Gulbahar diyar kir ku Rêber Apo jî di sala 1973’an de koma pêşîn a têkoşînê ava kiriye û got “Mazlûm Dogan bi agirê ku vêxist bi çalakiya ‘Berxwedan jiyan e’ gava pêşîn a Rêber Apo temam kir. Helwesta Rêber Apo vejîna Newrozê bû. Helwesta Rêber Apo jî vejîna gelê Newrozê bû. Ji ber vê Newroz îro bi coş tê pîrozkirin.”

GOTINÊN STRANA ‘NEWROZA ARÎ’

“Şengâ buharê xemla adarê

Xweş xêr hatî bi xêr hatî Newroza Arî

Newroza Arî

***

Roja azadî şahî û şadî

Dilpîroz î buhardoz î dengê welat î

Şêrînmak î tev ronak î roja hilatî

Newroza Arî

***

Cejna medyayî Arî Kawayî

Dil bû xweş bû agir geş bû Ahlap dadayî

Newroza Arî

                        ***

Mazlûm û bînî Rehşan nû jîn î

Li bejna Heval Zekiye al kesk e sor î

Şevqa Apoyê bilind î li çiyayê Cûdî

Nîşana xelata kurd î li çiyayê Cûdî

Newroza Arî”

Please accept cookies to play this video. By accepting you will be accessing content from a service provided by an external third party.
Accept

 

 

 

Next Post
Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da

Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist