Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Wê çalakiya helbest û çîrokan a Huseyîn Çelebî li Stûttgartê were lidarxistin

August 1, 2022
0 0
Wê çalakiya helbest û çîrokan a Huseyîn Çelebî li Stûttgartê were lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Çalakiya helbest û çîrokan a Huseyîn Çelebî ya ku her sal tê lidarxistin wê îsal ya 29’emîn were lidaristin. Çalakî ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanî (YXK) û Yekîtiya Xwendekarên Jin ên Kurdistanê (JXK) wê di 2’ê Cotmehê de li Stûttgartê were lidarxistin.

Di daxuyaniya çalakiyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Bi vê çalakiyê re em yek ji pêşengê mezin ê tevgera xwendekarên li Ewropayê, Heval Huseyîn bi bîr tînin. Wî bi exlaq, xîret, mîzah û hezkirina xwe ya Kurdistanî û ruhê xwe yê şoreşger bi hezaran ciwanên Kurd di serî de îlhama berxwedanê da dost û hevrêyên xwe yên enternasyonalîst. Ligel ku ew li Ewropa jiya, hezkirina wî ya ji bo welatê wî qet kêm nebû, berevajî wê jiyana xwe da têkoşîna ji bo Kurdistaneke azad. Heval Huseyîn bi evîn û hêviyê girêdayî vê têkoşînê bû. Wî tu carî dev ji xeyala xwe ya welatekî azad berneda. Da dû evîna xwe, xwe da ser rêya wê û berê xwe da çiyayên azad ên welatê xwe.

Di Cotmeha 1992’an de li Heftanîê di êrîşekê de heval Huseyîn ê di nav refên azadiya Kurdistanê de şehîd ket. Heval Huseyîn îsal ji bo bi sedan xwendekar û ciwanên Kurdistanê hê jî pêşeng e.

DIVÊ BERHEM HETA 14’Ê TEBAXÊ WERIN ŞANDIN

Heval Huseyîn di helbestên xwe de rastiya gelê Kurd, êş, hêvî û xeyalên xwe derxist pêş û bi berhemên xwe yên wêjeyî tevkariyeke mezin da çand û hunerê. Ji bo rûmetkirina berhemên Huseyîn Çelebî û dewlemendkirina wêje û hunera gelê Kurd, her sal di çalakiya helbest û çîrokan a Huseyîn Çelebî de helbest û çîrokên Kurdî, Tirkî û Elmanî ji aliyê juriyê tên nirxandin û xelat tên dayîn.

Heta 14’ê Tebaxê dem heye ku hûn berhemên xwe bişînin. Herî zêde bi du helbest û kurteçîrokan ên bi zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirmançkî) Tirkî û Elmanî berhem dikarin werin şandin.

Wê di çalakiya îsal de Cemîl Qoçgirî, Rêber Serhad û Sûna Alan jî şahiyê xweş bikin.

Navnîşana ji bo şandinê:

[email protected]

Posta Kutusu: Postfach 15 01 32 70075 Stuttgart.”

Next Post
Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra

Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist