Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin

June 7, 2022
0 0
Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
Share on FacebookShare on Twitter

MÊRSÎN – Organîzator Cejna Sarûhan, diyar kir ku wê li dijî qedexekirina lîstika “Tartuffe” ya şanoyê ku li Mêrsîn û Edenê hat qedexekirin doz vekin. Şanoger Elvan Koçer jî helwesta şaredariyên CHP’î rexne kir. 
 
Lîstika Le Tartuffe ya lîstikvan û nivîskarê lîstikan ê fransî Moliere ku Şanoya Bajar a Amedê bi navê “Tartuffe” adebteyî kurdî kiribû, di 5-6’ê hezîranê de bi hinceta “ewlehiya cemaweriyê” ji aliyê walîtiyên Mêrsîn û Edenê ve hat qedexekirin. Lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê Elvan Koçer û organîzatora lîstika ku wê li Mêrsînê bihata leyîstandin Cejna Sarûhan,diyar kirin ku wê derbarê qedexeyê de doz vebikin. 
 
ŞAREDARIYÊN CHP’Ê ARESTEYÎ WALÎTIYÊ KIRIN
 
Lîstikvan Elvan Koçer, diyar kir ku ji bo cihên girtî pêwistî bi destûra walîtiyê nîne û wiha got: “Rexmî vê jî şaredariyên Mêrsîn û Edenê “destûra walîtiyê” ji me xwestin. Me ji wan re got ku daxwaza wan ne qanûnî ye. Bi israr gotin ku heta belgeya destûrê neyê wê destûr nedin û eywanan venekin. Li Edenê lîstika me hat astengkirin. Lê Mêrsînê destpêkê serlêdana organîzator hat erêkirin û kodek dan. Gotin hûn dikarin bi vê kodê serlêdana xwe bikin. Organîzator bi Şaredariya Mêrsînê re peyamn çêkir û eywanê girt. Ji bo eywanê qapora jî hat dayîn. Ji bo vê em jî rojek berê hatin Mêrsînê. Rexmî ku betlaneya fermî ye jî roja yekşemê saet di 23.00’an de li me geriyan û gotin ku lîstik hatiye qedexekirin.” 
 
REXMÎ QEDEXEYÊ JÎ EWRAQA FERMÎ NÎNE
 
Di berdewama axaftina xwe de Koçer, destnîşan kir ku bi israr prosedurê bi bîra şaredariya CHP’î xistine lê muzakereyên wan bêencam mane û ev tişt anî ziman: “Rexmî ku biryar ji aliyê Walîtiya Mêrsînê ve hat girtin jî me ji walîtiyê ewraq negirt. Em çûn walîtiyê. Gotin, ‘Rast e me qedexe kiriye’. Dema ku me hincetê pirsî ji me re hincetê negotin. Hê jî şaredarî û walîtiyê derbarê qedexeyê de ewraqeke fermî nedane me. Tenê belgenameyeke ku emniyetê amade kiriye heye. Ev neyartiya li çand, huner û zimanê kurdî ye.”
 
WÊ DOZ VEBIKIN
 
Hunermend Cejna Sarûhan ku organîzatoriya lîstikê ya Mêrsinê kir jî destnîşan kir ku cara yekemîn bi rewşeke wiha re rû bi rû dimîne û got ku di bingeha qedexekirina lîstikê de bêtehemûliya kurdî heye û li dijî qedexekirinê doz vebike û heta dawiyê dê dozê bişopîne.
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
‘Xwendin nebe kes naçe pêş’

‘Xwendin nebe kes naçe pêş’

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist