Rêxistina Niwêger ya ji bo Geşepêdana Hunerî, wê li Silêmaniyê hunermend Ebas Kemendî bi bîr bînin.
Rêxistina Niwêger ya ji bo Geşepêdana Hunerî wê ji bo bîranîna hunermend Ebas Kemendî merasîmek bîranînê lidarbixin.
Bîranîn sibe bi tevlîbûna hunermend Mihemed Celîl Endelîbî di saet 17:00’an de, li pirtûkxaneya Endêşe ya Silêmaniyê were lidarxistin.
Ebas Kemendî kiye?
Hunermend Ebas Kemendî di sala 1952’an de li bajarê Sine ji dayik bûye. Herwiha ji zarokatî ve xwedî taybetmendiya dengbêjî û nîgarkêşiyê bû. Di temenê 22 salî de zewicî û bû bavê kurek û du keçan. Di 13 saliyê de yekem helbesta xwe dinivîse.
Kemendî ji derveyî hunera muzik û stran gotinê, di warê wênekêşî, şano, sînema û wêjeya Kurdî de jî şareza bû. Nêzî 35 salan li Radyoa Dengê Sine de kar kir.
Kemendî sibeha 22’ê Gulana 2014’an de di temenê 62 salî de ji ber nexweşiya pençeşêra xwînê û rawestina dil koça dawî kir. Ebas Kemendî li Goristana Asawle ye Sine û li cihê bav û bapirê xwe hate veşratin.
(nr)