Ji bo piştgiriya ji bo girtiyên siyasî, wê pêşangeha “Dengê Azadiyê” li pênc bajarên Elmanyayê bê danîn. Pêşangeh, hefteya çûyî li bajarê Kolnê hat danîn.
Pêşangeh wê bi hewildana rêxistina jinan a Jina Nû, dor bi dor li bajarên Oberhaûsen, Hambûrg, Ûlm, Nurnberg û Frankfûrtê bê danîn.
Wê di pêşangehan de gotûbêj bi nivîskar Adil Okay ku avakerek ji avakerên kolektîfa “Hatiye Dîtin” e, re bê kirin. Kolektîfa Hatiye Dîtin û Koma Redwêne, di vê pêşangehê de wê wêneyên 50 girtî û 50 wênesazan, pêşkêş bikin.
Bajarên ku pêşangeh lê bên danîn û dîroka wan wiha ye:
28-29’ê Cotmehê Oberûrsel
4-5’ê Mijdarê Hambûrg
11-12’ê Mijdarê Ûlm
13’ê Kanûnê Nurnberg
19’ê Kanûnê Frankfûrt