Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Wê Platforma Zimanê Kurdî li Rihayê nûnertî vebike

December 19, 2021
0 0
Wê Platforma Zimanê Kurdî li Rihayê nûnertî vebike
Share on FacebookShare on Twitter

RIHA – Ji berdevkên Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku wê li Rihayê nûnertî vebikin û ev tişt got: “Divê kes ji fermîbûna kurdî netirse.”
 
Platforma Zimanê Kurdî, derbarê vekirina nûnertiya xwe ya li Rihayê de li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (îHD) a Rihayê civîneke çapameniyê li dar xist. Berdevkên platformê Şerefxan Cizîrî, Vahît Aba, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Sedat Dogan jî di nav de nûnerên partiyên siyasî yên di platformê de û nûnerên têxistinên sivîl tevlî civînê bûn. 
 
Ji berdevkên platformê Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku wê li Rihayê jî nûnertiya platformê vebikin û wiha got: “Beriya niha me li Mêrdîn, Elih, Semsûrê nûnertî vekirin. Niha jî em dixwazin li Rihayê vebikin. Amedekariyên me yên ji bo Wan û Şirnexê jî didomîn. Li Rihayê, wê kesên dil dane kurdî, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl dê xebatên kurdî bikin.”
 
DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEYÊ
 
Cizîrî, da zanîn ku platform ji bo kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn xebatan dimeşîne û ev tişt got: “Divê kes ji fermîbûna kurdî netirse. Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Heke dewlet li dijî kurdî ne di nav dijminatiyekê de be divê van daxwazan bibersivîne. Divê kurd li her saziya ku diçinê karibin bi kurdî biaxivin. Dema ku kurd bi kurdî biaxivin wê tiştek nehilweşe. Mafê ziman mafê herî jidil hemû kurdan e. Divê herkes li vî mafî xwedî derkeve û bi awayekî siyasî nêzî vê mijarê nebe. Ev mafji bo me tevan derbasdar e.”
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Bîrnebûn cara 82’an derket

Bîrnebûn cara 82’an derket

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist