Pirtûka Medya Yaklav ya bi navê “Welatê Min” ku ji nav weşanên Aramê derket, di vî warî de bersivên zelal dihewîne. Hema mirov kîjan helbestê dixwîne, ew hesta “Ez jî dikarim vê binivîsîm” bi mirov re çêdibe. Lê nivîsandin tiştekî din e. Tu dibêjî qey kêliyeke sihêrbar e. Dema ku mirov pirtûkê datîne aliyekî û dixwaze binivîsîne mirov tuşî afirînerî û hilberîneriyeke ji mirov zêdetir dibe. Medya, helbestên xwe bi afirîneriyeke diltenik bi hilberîneriyeke bi zerafet, bi hizyariyeke dilnizm û gotinxweşiyeke ji dil hûnane. Rast e, em ne xerîbê êşa ku niziliye helbestên wê jî, ne xerîbê coşa ku herikiye helbestên wê jî ne. Ji bo vê, tavilê têkîliyeke zindî û aktîf di navbera Medya, helbest û xwîner de saz dibe. Me berê jî gotibû, helbest jî weke helwêstê ji binbîriyeke kolektîf tê.
Di “Welatê Min” de dengekî nas xwe dide hisandin. Dengê Medyayê. Em wê ji helbestên wê yên di pirtûkeke kolektîf -ku bi pirranî ji helbestên wê pêk dihat – (“Lîlan be dil”, j&j) û helbestên wê yên di pêşbirkan de serketî, nas dikin. Di van helbestan da tirseke nediyar hebû, ji mirov ve dixwiya.
Bi zimanekî şayik û zelal vedibêje. Car caran lomeyên xwe li jiyanê dike lê her tim jî hay ji rastî, giranî, binbarî û berpirsyariya jiyanê heye. Wexta ku di helbesta xwe ya bi navê “nepen” de dibêje “xewnên jineke pirtî didim / aşiqekî, wan distirîne / kes nabihîze!” vê rastiyê rave dike.
Vê care helbestên Medya bêhtir girtî û bêhtir nixamtî ne. Mirov mecbûr dimîne ku bi pey hin hêmanên helbestên wê bikeve. Ji ber ku ew sembolan ji xwe re çêdike. Gerok, xewnên şeva çarşemê, porê pîra xezo, ristik û hwd. ne îmajên ji rêzê ne. Ji ber vê, rê li ber pirsan vedikin. Gerokê xewnan belav dike kî ye? Tişta ku xewnên şeva çarşemê ji xewnên din cuda dike çi ye? Pîra Xezo kî ye û çima porê Pîra Xezo di kuna xaniyekî axeban de veşartiye? Wê bi kûrahiya wate û têgihiştina jiyana wê ve rasterast têkildar e. Dema ku Cemal Sureya digot, “Jiyana helbestvan jî li ser helbesta helbestvan e” qala vê dikir. Aha “Jan” jî yek ji hêmanên jiyana wê ye ku li ser helbesta wê ye. Jan, birîneke nekewandî ye. Car caran weke êşekê, car caran weke hestekê, car caran weke xweziyekê di dil de mayî, car caran nav, hevalnav car caran jî weke peyveke li derveyî helbestê hatiye hiştin derdikeve pêşberî me.