Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Welatiyên Kelarê: Rêze filmên Kurdî mîna yên Tirkî tên çêkirin

November 29, 2020
0 0
Welatiyên Kelarê: Rêze filmên Kurdî mîna yên Tirkî tên çêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Welatiyên navçeya Kelar a Germiyanê diyarkirin ji ber zêde weşandina rêze filmên Tirkî di hinek kanalên Kurdî de, bandorek nerênî li ser hunera Kurdî û rêze filmên Kurdî jî çêkiriye. Welatî diyar dikin ku hinek ji rêze filmên Kurdî yên li Başûr heman şêweyê rêze filmên Tirkî tên çêkirin.

Bi salane hinek ji kanalên Başûrê Kurdistanê bi berdewam rêze filmên dublaj kirî yên Tirkî diweşînin. Weşandina van rêze filmên Tirkî bandorek nerênî li ser çand û hunera Kurdî dike. Her çiqas di dema derbasbûyî de gelek caran ji bo rawestandina van rêze filmên biyanî kampanya û çalakî hatibin lidarxistin jî, lê hîna gelek kanal hene van rêze filman di weşînin.

Di van demên dawiyê de li Başûrê Kurdistanê jî hinek rêze filmên Kurdî hatine çêkirin û tên weşandin. Lê welatî diyar dikin ku rêze filmên têne çêkirin dişibin rêze filmên Tirkî. Li ser vê mijarê welatiyên navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê ji Rojnews’ê re axivîn.

Cihad Hesen: Niha hinek rêze filmên Kurdî hene ti ferqek wan ji rêze filmên Tirkî nine. Heman senaryo û bûyeran nîşan didin. Ev jî cûrek yê dagirkirina çand û hunera Kurdî ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Pere xerckirina ji bo van rêze filman suce. Ger ev pere li rêze filmek li ser tawanê Enfal, Helebce yan jî serkirdeyek şoreşger ê Kurd were xerckirin, wê xizmetek herî mezin be ji bo hunera Kurdî.

Cihad Hesen

Hemze Ehmed: Cihê xemginiyek mezine ku niha hinek ji rêze filmên Kurdî yên Başûr bûne mîna rêze filmên Tirkî. Di van rêze filman de tenê çîrokên xiyanet, cûdabûna ji hev ya malbatê nîşan didin. Cilên ku li Tirkiye tên bikaranîn di rêze filmên Kurdî de nîşanê bîneran didin. Bi vê yekê xwe wisan dihesibînin ku xizmeteke ji hunera Kurdî re dikin.

Hemze Ehmed

Nadir Ebas: Niha ti ferqek di navbera rêze filmên Kurdî û Tirkî de nemaye. Heman rêbaza rêze filmên Tirkî dimeşînin. Bêy ku çanda Kurdî, urf û adetên civakê li ber çav werin girtin, heman tiştên di rêze filmên Tirkî de dubare dikin. Daxwaz ji wan kanalan dikim ku bînerên Kurd bi filmên Kurdî kêfxweş kin.

Nadir Ebas

(kş)

#Rojnews

Next Post
Pêşangehek karê destê jinan hate vekirin

Pêşangehek karê destê jinan hate vekirin

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist