Wenegir Mitch Dobrowner ji xwezayê îlhama xwe digire û xweza çavkaniya wêneyên wî ye. Ew herî zêde bi wêneyên xwe yên bahoz û bageran tê naskirin. Dobrowner dide pey şopa wênegerinên wek Ansel Adams û Minor White û wêneyên reş û spî digire. Ew li Emerîkayê dimîne û ji bo wêneyên herî baş yên bahoz û bageran bigire, li Emerîkati cihê ku lingê wê pê neketibe nîne. Heger pêdivî pê hebe, dikare ji bo wêneyekî 500 km rê biçe. Di dîmenên wî de hêz û xezeba xwezayê li pêş e. Wêneyên wî bala mirovan dikişînin ser xwezayê.
Dil dikeve kamerayê
Dobrowner dibêje, karên Ansel Adams serê wî pirr tevlîhev kiriye. Ew radibe û pirtûkên Ansel Adams yên bi navê “The Camera”, “The Print” û “The Negative” dikire û ji van pirtûkan hînê teknîka girtina wêneyan û her wiha kompozîsyonê bûye. Dobrowner dibêje, “Ev pirtûkên pîroz in ji bo min. Ji bêpergalbûnê pergaleke nû ava dike Adams û têkiliyeke wî ya baş bi hawirdorê re heye. Îro jî gava berê xwe didim pirtûkên wî û li wêneyên wî dinihêrim, dinya min serobino dibe, karên wî bandorê li min dikin.”
Reş û spî nêzî rastiyê dibînim