Weşanxaneya Sîtav a li Bakurê Kurdistanê bi 100 berham tevlî 2. Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî bûye. Berhemên wê ji dîrok, ferheng, roman û çandî pêk tên.
Weşanxaneya Sîtav a ku navenda wê li Wanê ye îsal tevlî 2. Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Silêmaniyê bû. Cara yekeme tevlî pêşangeha pirtûkan a Silêmaniyê dibe.
Weşanxaneya Sîtav a li Bakurê Kurdistanê bi 100 berham tevlî 2. Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî bûye. Berhemên wê ji dîrok, ferheng, roman û çandî pêk tên. Berhema wê ya herî nû Pirtûka Gotinên Pêşiyane ku ji 4 bergan pêk tê û 7 hezar rûpele.
Nivîskar û xwendiyê Weşanxaneya Sîtav Qahîr Bateyî ji Rojnews’ê re got;”Piraniya berhemên ku me li vir nîşan dane, bi zimanê Kurdî ne. Hinek berhem jî bi zimanê Tirkî ne. Piraniya wan lêkolînên li ser dîroka Kurdan e. Tevlî şêwazê rêzimana Kurmancî ji ya Soranî cudaye, lê dîsan welatî berê xwe didinê û berheman dikirin.”
Nivîskar û xwendiyê Weşanxaneya Sîtav Qahîr Bateyî diyar kir ku armanca wan qezenca madî nîne, pêşxistina wêjeya Kurdî ye.
(ab)