Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Weşanxaneya NA’yê pirtûka helbestên Sohrab Sepehrî çap kir

November 18, 2020
0 0
Weşanxaneya NA’yê pirtûka helbestên Sohrab Sepehrî çap kir
Share on FacebookShare on Twitter

Weşanxaneya NA’yê heşt berhemên hostayê helbesta Îranê Sohrab Sepehrî bi hev re çap kir û pêşkêşî xwendevanên kurd kir. Sohrap Sepehrî, helbestvan, nivîskar û wênesazekî îranî ye. Sepehrî yek ji serkêşê helbesta nûjen a Îranê ye û helbestên wî îngilîzî, fransî, spanî û îtalî jî di nav de, li gelek zimanan hatine wergerandin.

Pirtûka ku wergera wê Muhsîn Ozdemir kiriye ji 312 rûpalan pêk tê. Heşt berhêmên Sohrab di pirtûka bi navê ‘Sohrab Sepehrî – Hemû Helbest’ de derket.

Jiyan û helbesta Sohrab Sepehrî

Sohrab Sepehrî, di 7’ê cotmeha 1928’an de li gundê Kaşanê yê bi ser Îsfehanê ve hatiye dinê.

Sepehrî di helbestên xwe de, weke hin helbestvanên îranî yên weke Mehdî Exavansalis, Furûx Feroxzad û Ehmed Şamlû, siyaset nekiriye mijar. Ew, têgeha “jiyan” ê ya di rêya wê de şer, pevçûn, bawerî, bîrdozî û tevlihevî diqewimin bêwate dibîne. Jiyan ji bo wî ne xuyanek e. Di helbesta xwe de, jiyanê bi zimanekî sivik dişibîne “gezkirina sêvekê”. Jiyan di hizra wî de vebîr e;

jiyan ne tişt e ku, di keviya dolaba kevneşopiyê de

Ji bîra min û te biçe.

Li gorî wî jiyan weke gelek tiştên xwezayê xwerû ye. Dema ku ji jiyana nûjen a bajaran aciz dibû, termûsê xwe yê çayê dixiste boxçika xwe û ber bi kaş û qelaç û çiyayan ve hildikişiya. Li wê derê li stranên  çivîk, giya û bayê guhdarî dikir.

Helbestên Sohrabî, li gel vehewandina tenêtiyeke kambax, her tim jiyaneke di xweşikahiya zarokekî de teswîr dike. Di helbestên wî de, têgeha jiyanê:

 

jiyan tiştekî wek taviyên barana cejnê,

û çinareke tije ji teyrikên reşêleyê bû

jiyan wê demê wek ronî û rêzên pêlîstokan bû

himbêzek azadî bû

jiyan di wê demê de hewza musîkî bû

 

Sirûda Jehrê

Dimêjim çiçikên şevê

Û li pey rengê bi efsûna laşî negemirî

Çavên te yên tije xwelî bi nêrîna xwe vedikolim

Li pey tunebûna min ji mêjve ye

Jehrê dirijîne rehikan ev efsûna bêar bi xwe

Heta ku wê têkelî şîr bike…

 

Dojeha Serberdayî

Min şev vexwariye

Û li ser van şaxên şikestî digrîm

Min bi tenê bihêle

Ey çavê tagirtî yê serberdayî

Min bi jana bûyînê re bi tenê bihêle

Nehêle ez xewa bedena xwe per per bikim

Nehêle ez ji balîvê tarî yê tenêtiyê serê xwe rakim

Û bi dawa bê esl û esas a xewnan ve hilawêsim …….

Wergerên Muhsîn Ozdemîr

Ji bilî vê wergerê nivîskar Muhsîn Ozdemîr gelek berhemên din ji zaravayên din ên kurdî wergerandine kurmanciyê. Wekî helbestên Furûx Feroxzad û romana Sadiq Hidayet ji farisî û helbestên Şêrko Bêkes û şanoya Şanoya Dayika Niştiman ji soranî wergerandine kurmanciyê.

#Xwebûn

Next Post
Hejmara 11’an a Psychology Kurdî derket

Hejmara 11’an a Psychology Kurdî derket

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist