Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin

November 2, 2021
0 0
Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
Share on FacebookShare on Twitter

SEMSÛR – Ji ber ku xebatên kolandinê yên li yek ji bajarên antîk ên Mîrnişîniya Kommageneyê Bajarê Antîk ê Perreyê hêdî tên kirin, tê diyarkirin ku ji ber vê dibe ku kifşbûna dîrokê heya 100 salên din jî bidome. 

Li Semsûrê xebatên kolandinê yên ji bo Bajarê Antîk ê Perre ku yek ji bajarên mezin ên Mîrnişîniya Kommageneyê ye û di sedsala yekê ya berî zayînê hatiye avakirin, pir hêdî tên kirin. Tê diyarkirin ku Perre bi zinarên li ser girekî hatiye çêkirin. Niha dîwarên sûrê wê, kanîya Romayê û gorên wê (nekropol) mane. Tê diyarkirin ku heya niha li vê derê 208 gorên di zinaran de hatine çêkirin hatine dîtin û piranîya van goran jî 3 bi 3, 6 bi 6 an jî 9 bi 9 li odeyan hatine bicihkirin û di odeyekê de jî gorên 25 kesan hene.
 
GORÊN HATINE DÎTIN
 
Di demên dawî de goreke din jî hatiye keşifkirin. Ev gor di hundirê odeyekê de ye û goreke hedimandî ye. Karkerên li Perreyê dixebitin, diyar kirin ku cara ewil çav bi gorekî wiha ketine û got: “Gotên heya niha hatine dîtin, di hundirê kevirên hatine qewartin de bûn, lê ev gor tiştekî wekî morgê ye. Gor berjêrkî ne, li kêleka hev hatine rêzkirin. Wer xuya ye gor li cihê hedimandî hatine bicihkirin û pêşiya wê bi keviran hatiye girtin.” 
 
SU SARNICI
 
Xebatkaran anî ziman ku di kolandinên heta niha hatine kirin de herî zêde gor hatine dîtin û gotin: “Her wiha serdavek jî hatiye dîtin. Li hêla rojhilatê ya serdavê tûneleke 44 pêlî heye û bi gewdeyê wê ve derîyek heye. GEwdeya wê wekî kareyê ye û wekî lûleyekê ber bi jor ve diçe.” 
 
PIR HÊDÎ TÊ KIRIN
 
Xebatkaran diyar kir ku karê kolandinê pir hêdî tê kirin û got: “Car heye li devereke biçûçik em mehekê, tew bi salan dixebitin. Perre qadeke pir mezin e. Heger xebat bi vî awayî bên kirin, ancax 50, tew belkî 100 salê din ancax bê kifşkirin bê ka di Perreyê de çi hene.” 
 
MA / Ferhat Çelîk – Mujdat Can

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Civaka muzîka pîroz

Civaka muzîka pîroz

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist