Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Xelata Karo pêşkêşî Nivîskar Ehmed Mihemed hate kirin

November 28, 2020
0 0
Xelata Karo pêşkêşî Nivîskar Ehmed Mihemed hate kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Nivîskar Ehmed Mihmed hêjayî Xelata Karo ya Baştirîn Nivîskar hate dîtin. Nivîskar Ehmed Mihemed yê ku temenê wî 77 sale heta niha 50 pirtûk nivîsiye yan jî werger kiriye.

Di saetên êvarê de li Hola Malbenda Rewşenbîrî ya Silêmaniyê, merasîma Xelata Karo ya Baştirîn Nivîskar hate lidarxistin. Di merasîmê de gelek nivîskar û welatî amade bûn.

Xelata Karo ya ku ev du sal in ji aliyê Çapxaneya Karo ve bi armanca nasandina nivîskarên di wêjeya Kurdî de xwedî ezmûn lidardixe, îsal pêşkêşî Nivîskar Ehmed Mihemed Îsmaîl hate kirin.

Di destpêka merasîmê de Waliyê Silêmaniyê Heval Ebobekir li ser rola nivîskaran a di wêjeya Kurdî de axaftinek kir. Heval Ebobekir got, “Wêje parçeyeke ji bajarê Silêmaniyê. Ji ber hewildan û pêşkeftina nivîskaran Silêmanî wek bajarê wêjeyê hatiye naskirin.”

Piştre Xelata Karo ya Baştirîn Nivîskar ji aliyê Nivîskar Mardîn Omer ve pêşkêşî Nivîskar Ehmed Mihemed Îsmaîl hate kirin. Her wiha di merasîmê de pirtûka nû ya Ehmed Mihemed ya bi navê ‘Xewne bêserûberekan’ hate nasandin û belavkirin.

Merasîmê piştre bi gotina stran û muzîkê berdewam kir.

Ehmed Mihemed Îsmaîl di sala 1943’an de li gundê Hefte Xarî yê navçeya Xurmato hatiye dinê. Sê zarokên wî hene, heta niha 50 pirtûkên ku piraniya wan çîrokin, nivîsiye yan jî werger kiriye.

Niha jî wergera du pirtûkên li ser jinên Şengal û şervanên jin ên bi navê ‘Keçên Laleş’ û ‘Periyên çiya’ dike.

 
   

(kş)

 

#Rojnews

Next Post
Rojava li Silêmaniyê

Rojava li Silêmaniyê

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist