Akademiya Swêdê xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 2020’an eşkere kir.
Serokê Akademiyê Mats Malm diyar kir ku xelata îsal ji helbestvana Emerîkî Loûîse Gluck re hatiye dayin.
Beriya Xelata Wêjeyê, xwediyên Xelatên Tip, Fîzîk û Kîmyayê jî hatibûn eşkere kirin. Roja Înê saet di 11:00 de wê Xelata Aştiyê ya Nobelê bê eşkerekirin.